Şebnem Korur Fîncanci nehat tehliyekirin 2022-12-29 17:03:53     STENBOL - Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin. Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana Şebnem red kir û danişînê taloqî 11’ê çile kir.   Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bi kar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna duyemîn a doza Fincnci li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hevpîşeyên Fîncanci, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî danişînê şopandin.    Parêzerên Fincanci parastina miwekîla xwe kirin û destnîşan kirin ku Şebnen Korûr Fîncanci sûc nekiriye û xwestin were berdan û beraetkirin.    Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê ji bo daxwaza parêzeran û Fîncanci binirxîne navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana Şebnem red kir û danişînê taloqî 11’ê çile kir.