Xwendevanên Mexmûrê bi meşê tecrîd şermezar kirin 2022-12-29 16:01:31     MEXMÛR - Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendavanên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meş li dar xistin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) bi dirûşma ‘Ciwan fedayê Rêber Apo ne’ li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan meşek pêk hat.   Xwendevanên wargehê li ber Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn kom bûn û heta  Parka 4’ê Nîsanê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Kesek Nikar Roja Me Tarî Bike”, “Ciwan fedayê Rêber Apo ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdulan Ocalan û pankartên bi nivîsa, “Ciwan fedayê Rêber Apo ne” hatibûn bilindkirin.   Meş li ber parka 4’ê Nîsanê rewestiyan û daxuyaniyek hat dayîn. Piştî rêzgirtinê daxuyan ji aliyê Hevberdevkê Yekîtiya Xwendevanên Azad Amara Bulut ve hat xwendin.   Amara Bulut di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wiha got: “Wek hûn jî dizanîn di sala 1999’an de Rêbertiya me bi komployekê navneteweyî hat dîlgirtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Ji wê rojê û şûnde tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê pêkanîn. Rêbertî rojane bi îşkenceyê rû bi rû tê hiştin. Ji 2011’an û şûnde ev tecrîd girantir kirine. Her ku dewleta tirk li çiyayên azad têk diçe, li dijî Rêbertî tecrîd girantir dike. Rêbertî ji hemû mafên wan ên girtiyan bê par hatiye hiştin, ji tecrîdê zêdetir êdî ev kiryar dikeve nava konseptek ya îşkenceyê.  Di kesayeta Rêbertiya me de dixwazin hemû gelên azadîxwaz tecrîd bikin. Em wek xwendevanên Rêber Apo yên modernîteya demokratîk bang li ciwan, karker, jin û akademîsyenan dikin ku bi hev re li dijî tecrîdê rabin û Rêber Apo azad bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.