Serdana ji bo Nobeda Edaletê ya li Parîsê dewam dike 2022-12-29 14:53:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeda Edaletê ya li dijî komkujiya li Parîsê hat destpêkirin, bi serdanê dewam dike. Gelek kes û nûnerên saziyan serdana nobedê kirin.   Di ser êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê re 6 roj derbas bûn. Cenazeyên cangoriyan li Tipa Edlî ne. Li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya jî Nobeda Edaletê dewam dike. Gelek kes û nûnerên saziyan serdana nobedê kirin.   Malbata hunermend Ahmet Kaya, birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz, hunermendên Fransî, nûnerên SYKP, MLKP, SKP û Partîzan, rêveberên Komeleya Esnafan a Parîsê, Akademîsyenên Aştiyê, nûnerên gel ên Arjantînê û nûnerên gel ên Tamîlê serdana nobedê kirin.   Li komeleyê civîna gel hate lidarxistin û bûyer hate nirxandin. Hunermend Farqîn, têkildarî Mîr Perwer axaftineke kurt kir. Îro jî wê bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê saet di 14:00 de li ber Wezareta Çandê ya Fransayê çalakiyek bê lidarxistin.