Ayla Akat Ata: Sedsalek me ya din jî nedizin 2022-12-29 14:26:03     ENQERE - Di danişîna 20'emîn a Doza Kobanê de aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata axivî û got: "Îktidar ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ditirse. Sedsala ku we ji kal û bavên me û ji me dizî heye. Pêwîste ku heman sedsal ji zarokên me re neyê hiştin.”    Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nava 17 siyasetmedarên girtî tên darizandin de cih digirin.    Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê şopandin.     Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Mutalaya ku dozger bi awayek nivîskî pêşkêşî dadgehê kir, li girteka danişînê hat zêdekirin.    Dozger xwest li dijî daxwaznameya hevjîna Nazmî Gur ku xwestiye hevjîne wê berdan biryara redkirinê bê dayîn.     Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata di danişînê de axivî û li ser hûrguliyên dozê sekinî û destnîşan kir ku kes li ser banga wan derneketiye kolanan û hêzek ku li ser banga wan derketibe kolanan tune ye. Ayla got çawa berê ji şer re gotiye na îro jî bi heman awayî ji şer re dibêjin na û naxwazin ku Gelê Kurd bibe mexdûrê tundiyê. Ayla destnîşan kir ku ji ber wan çareseriyê û aramiyê xwestiye ev çend sal in tên tawanbarkirin. Ayla Ata anî ziman ku tenê rêyek ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin heye û got: “Ev rê jî çareseriya demokratîk û aştiyane ye. Heke bi çekan û şer çareser bibûya wê ev 40 sal bûya çareser bûbûya. Di dema çalakiyên Kobanê de jî gel li ser bang û nameya birêz Ocalan ji kolanan vekişiya. Yên ku tehamûla wan ji pêvajoya çareseriyê re nebû me derxistin pêşberî darazê. Yên ku fermana vê dozê de be kî be, yên ku wan rojan organize kirin jî ew in.     Ez hêvîdarim ku wê di vê sersala nû de şer bi dawî bibin û gelên bindest bigîhîje azadiya xwe. Sedsala komarê li holê ye. Di vê sedsalê de tundî li holê heye, lê rastiya siyasetek kum af û azadiyan nas nake heye. Em ji ber vê rastiyê îro li vir tên darizandin. Çimkî îktidar ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ditirse. Sedsala ku we ji kal û bavên me û ji me dizî heye. Pêwîste ku heman sedsal ji zarokên me re neyê hiştin. Hat xwestin ku kurd siyasetê nekin û hatin înkarkirin. Baş e planên têkbirinê yên li dijî kurdan çi bi xwe re anî? Raperînên kurdan anî.”   Piştre ji parêzerên dozê Zeynepo Sedef Ozdogan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û xwest hemû siyasetmedarên girtî bên berdan.