'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 661 roj in didome 2022-12-29 14:16:33     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 661 roj in berdewam dike. Serokê TTB’ê Erînç Sagkan serdana malbatê kir û got: “Divê darizandineke ku wijdana cemaweriyê jî pê rehet bibe û zelal were kirin."   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 661’an de jî li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam kir.    Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan hate serdana malbatê. Malbatê li cihê çalakiyê pankarta “Nobeta Edaletê ya li dijî hiqûqa serdestan” hatibû daliqandin. Her wiha Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî bi Erînç re hat cihê nobetê. Erînç bi Ferît û Emîne Şenyaşar re hevdîtin kir û têkildarî pêvajoya darazê agahî girtin û daxwazên malbatê guhdar kir.     Piştre jî Erînç axaftineke kin kir û got ku salek berê jî hatibû serdana malbatê û wiha got: “Dema em hatin vê derê bi rastî jî qîrîneke mezin a edaletê hebû. Nobeta Edaletê ya ku dayikeke zarok û hevjînê wê hatine qetilkirin didomand û baroyê jî piştgirî didayê hebû. Li vir dayikek heye ku ji bo edaletê diqîre. Divê mirov vê qîrînê bibihîse. Bihîstina vê qîrînê jî tenê bi darizandineke adilane dibe. Tişta ku divê were kirin pir hêsan e. Îstînafê dosyaya ewilî xera kiriye û biryar da ku divê bi hev re bên meşandin. Divê darizandineke ku wijdana cemaweriyê jî pê rehet bibe û zelal were kirin.”