3 aktivîstên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin, hatin bibîranîn 2022-12-29 09:15:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî êriş û zextên rejîma Îranê li bajarên Bokan û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê 3 aktivîstên ji aliyê Rejîma Îranê ve hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.   Li gel êrîşên hêzên dewleta Îranê jî berxwedêr di çileya xwe de bi merasîman têne bibîranîn. Li gel zext û astengiyan jî ji bo sê aktîvîstên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin, li bajarên Bokan û Mahabadê yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.   Li bajarê Bokanê, Şehriyar Mihemedî bi tevlîbûna gelek kesî di çileya şehîdbûna xwe de hate bibîranîn. Di merasîmê de kevokên spî ku tê wateya azadiyê hatin firandin.   Li gundê Koste yê bajarê Bokan Mîlad Merûfî jî di çileya şehîdbûna xwe de bi tevlîbûna gelek kesî bi merasîmekê hate bibîranîn. Di merasîmê de dayika Mîlad ev tişt got: “Kurê min şehîdê rêya azadiyê ye. Şehîdê Kurdistanê ye. Serbilind im.”   Li bajarê Mihabad jî Mihemed Rehmanî li gundê Qalûzndan di çileya xwe de hate bibîranîn. Di merasîmê de dirûşmên şoreşgerî hatin qîrkirin.    Di êrîş û zextên hêzên dewleta Îranê de gelek kes li bajarên cihê yên Rojhilatê Kurdistanê de hatin binçavkirin.   Roja Yekşemê navê Mûhîsn Sadiq ku xelkê Guawerî ya ser bi Gîlan a Kirmanşanê ve ji aliyê hêzên dewletê ve hate binçavkirin.    Li aliyê din heta niha ti agahî li ser Mehsa Qurbanî (19) a xelkê Sine ye ku hefteya borî hatibû binçavkirin, nehatiye girtin.   Her wiha di xwepêşandan û mudaxeleyên tund û gulereşandinê yên hêzên Îranê de 3 kes li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatin qetilkirin.   Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di encama gulereşandina hêzên dewleta Îranê de ya li benda kontrolê ya li gundê Serqela ya Kamyaran ya li ser wesayîta kesê bi navê Ferşad Îbrahîm (40) de, di encamê de jiyana xwe ji dest da.   Li gorî komeleyê cenazeyê Ferşad Îbrahîm birine Tiba Edlî ya Krmanşan û piştre roja Duşemê radestî malbatê kirine.    Li gorî çalakvanên mafê mirovan a Îranê di encama gulereşandina polîsan a li navçeya Deştabî Urdaqî Qizwên ku temen 17 salî ku bi navê Mêhrdad Melek jiyana xwe ji dest daye.    Hêzên dewletê li ser rêya Lamerd-Bestekî dikeve rojavayê Hurmuzganîş li bendeke ya kontrolê gule li wesayîtekê barand û ji ber vê zarokek 12 salî hate qetilkirin.