Doza cerdevanên tecawizkar hat dîtin: Tecawiz hat rewakirin 2022-12-28 17:55:57   ŞIRNEX - Danîşîna 3'yemîn a  doza cerdevan Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz ê ku tecawizî S.A. ya 17 salî kiribûn li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin. Di danişînê de cerdevanan xwe bi mexdûriyetê parastin û parezerên wan jî ji ber temenê S.A yê tecawiz rewa kir.   Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevan Samî Yildiz ku bi awayekî sîstematîk tecawizî zaroka 17 salî ya bi navê S.A. ku bi dêmariya xwe re dijiya kiribûn. Danîşîna sêyemîn a dozê îro li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin.   Li daneşînê Cengîz Aydemîr, Samî Yildiz ku li girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T girtî ne amade bûn. Berîvan Aydemîr jî  bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.   Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn bi parastina Samî Yildiz û Cengîz Aydemîr dest pê kir. Faîlan, parastinên xwe yên danişînên berê dubare kirin. Sûcên derheqê xwe qebûl nekir û tehlîyekirina xwe daxwaz kirin.  Her wiha cerdevanan destnîşan kirin ku bi mexdûriyetek re rûbirû nin. Berîvan Aydemîr jî, sûcên li ser xwe qebûl nekir û S.A yê sûcdar kir.     Parezerê cerdevanan Îdrîs Tekas, jî muwekîlên xwe bi îdîayê ‘mexduriyetê’ parast û got: “Berdewamkirina muwekîlên min encama binpêkirina mafan e. Her wiha temenê S.A yê niha 18 ye û ew temen jî nayê wateya ku êrîşek zayendî bibe.”   Parezera S.A yê Hidir Tong jî axivî û destnîşan kir ku bi temenê S.A yê êrîşa zayendî nayê wateya rewakirinê û berdewamiya girtina faîlan daxwaz kir.    Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir û û berdewamiya girtina Samî Yildiz, Cengîz Aydemîr û Berîvan Aydemîr kir. Her wiha şande ji ber dosya bi berfirehî were lêkolînkirin doz taloqê 13’ê Sibatê ya 2023’yan kir.