'Divê berpirsên Komkujiya Roboskî bên darizandin' 2022-12-28 15:45:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 11’emîn a Komkujiya Roboskê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û wiha hat gotin: "Hêj jî birîna Roboskî teze ye û divê berpirsiyarên komkujiyê bên darizandin."    Bi minasebeta Komkujiya Roboskî li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin ku polîtîkaya bêcezahiştinê bê rakirin û bepirsiyar bên darizandin.    Balafirên artêşa tirk di 28’ê kanûna 2011’an de ser sînorê gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bomberan kirin û 19 jê zarok 34 kes qetil kirin. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 11’emîn de li gelek bajaran bi daxuyaniyan hat bibîranîn.    Riha  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li ber Baroya Rihayê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Li ser platformê parêzer Nîhat Şahîn daxuyanî da.  Ayşe Surucu jî qurbaniyan bi bîr anî û tevî ku AKP’ê vê qetlîamê pêk anî jî hesabê wê neda.    Stehbol    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê daxuyaniya nivîskî weşand û got ji bo komkujiyên nû neqewimin divê berpirsên qetlîama Roboskî û hemû qetlîaman bên darizandin.    Edene      ÎHD’a Edeneyê jî li parkeke bajêr daxuyanî da û qurbaniyan bi bîr anî. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn û ji bo qurbaniyan rêz girtin. Rêveberê Navenda ÎHD’ê Îlhan Ongur daxuyanî xwend û got ew li cem malbatên Roboskî ne û dê komkujiyê nedin jibîrkirin. Ji malbatên Roboskiyê Zeynep Dundar jî destnîşan kir ku hê jî birîna wan teze ye û xwest bila berpirsiyarên komkujiyê bên darizandin.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Mêrsîn    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê jî li parkek bajêr daxuyanî da û qurbaniyan bi bîr anî.    Enqere    Hewldana ji bo Roboskî Edalet jî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û got birîna malbatên Roboskî wek roja ewil xwîn dibe.    Hatay      ÎHD’a Hatayê jî li avahiya xwe daxuyanî da, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li bûn û qurbaniyan bi bîr anîn. Rêveberê ÎHD’a Hatayê Selman Altinoz daxuyanî xwend û xwest heqîqeta bûyerê were ronîkirin û ji berpirsiyaran hesab bê pirsîn û bên darizandin.