Li dijî bêdengiya OPCW'ê li Kobanê çalakî hat lidarxistin 2022-12-28 12:40:08     KOBANÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehîdgeha Dîcle ya li başûrê Kobanê bi daxuyaniyekê bêdengiya OPCW'ê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de, li Kobanê şermezar kir.    Êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî yên li qadên têkoşerên azadiyê, her wiha bêdengiya Rêxistina Pêşîgirtina li Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) li Kobanê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.   Daxuyanî li Şehîdgeha Dîcle ya li başûrê Kurdistanê hate dayin. Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed daxuyanî da û got, "Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê 11 gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê bi êrîşên kîmyewî şehîd bûn bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin."   Di daxuyaniyê de işaret bi bêdengiya saziya OPCW'ê kir ku bi pêşîgirtina li sûcên bi çekên kîmyewî erkdar e û ev bêdengî hate şermezarikrin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel bêdengiya cîhanê jî wê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin, li ser şopa cangoriyan li ber xwe bidin û hate gotin, "Em çiqasî biêşin jî, em çiqasî bi keder jî bin em ê rêya zarokên xwe bişopînin."   Di daxuyaniyê de her wiha qurbaniyên komkujiyên li Parîs, Reqa û Roboskî hatin bibîranîn.