‘Di sala 2023’yan de em ê ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî têbikoşin’ 2022-12-28 09:05:39       Medya Uren   AMED - Endama Rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî têkildarî xebatên xwe yên di nava salekê de dane meşandin nirxandin kir û got: “Me di nava salekê de li gel berdêlan destkeftiyên girîng bi dest xist. Lewra ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî jî xebat hatin meşandin. Di sala 2023’yan de wê hedefa me ya sereke ev be û em ê rêxistina xwe ji bo wê bi hêz bikin."   Rojavayê Kurdistanê ku di pêşengiya jinê de ji qonaxên serkeftî re derbas bûye hertim dibe hedefa dijminên kurdan. Li hemberî destkeftiyên jinê di sala dawî de êrişên mezin pêk hatin. Li hemberî van êrişan cardin jina kurd pêşengî kir. Endama Rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî têkildarî xebatên xwe û berxwedana salekê nirxandin kir.   Sal bi pîrozbahiyan re dest pê kir   Welîde di serî de qala avabûna Kongreya Star û bi wê re destpêkirina salê kir û got: "Me weke Kongreya Star û pêkhateyên jinan ên din jî ji destpêka salê ve dest bi salek bi liv û tevger kir. Di destpêka salê de me civîna xwe ya Kongreya Starê li dar xist û salvegera xwe jî pîroz kir. Bi pîrozbahî û tevgera ji destpêka salê ve dest pê kir re coş û nûbûneke din bi me da  qezenckirin. Me di vê kongreyê de salên xwe yên çûyî nirxand û ji bo sala 2022’yan bernameyek nû derxist. Ji bo pêşxistina Şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinê de pêk hatiye nîqaşên girîng hatin kirin, bi wê hêzê re me dest pê kir. Bi taybetî jî Kongreya Star di warê dîplomasiyê de armancên girîng danî pêşiya xwe û xebatên girîng jî di nava salekê de bi rê ve bir. Weke kongre li gelek deveran nûnertiyên me hene û li gel ku me di navxweyî de torek a hevdîtinên jinan pêk anî, ji derveyî welat jî me bi pêkhateyên jinan re hevdîtin kirin û ji bo tifaqek baştir gavên girîng hatin avêtin. Li gel van jî komxebat, civîn û çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin."   ‘Parastina cewherî gava sereke ya salê bû’   Welîde bi lêv kir, tê zanîn ji aliyê pêkhateyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve gelek hemleyên xweparastin û parastina axa xwe hatin meşandin û bi taybetî jî weke Kongreya Star jî me cihê xwe di nav de girt. Welîde wiha qala xebatan kir: "Cardin di navxweyî û ji derveyî welat de jî xebatên berfireh hatin meşandin. Yek ji pêdivî û şertên me yên têkoşînê bê guman rêxistinbûyîn e. Kongreya Star ji derveyî xebatên dîplomasiyê di warê rêxistinbûyîna jinan de jî kar da meşandin. Em ê çawa bikaribin xwe di nava civakê de çalak û bi rêxistin bikin em wiha dimeşin. Bi taybetî jî tê zanîn em di nava şer de ne. Li gorî vî şerê heyî jî em ê çawa bikaribin xwe di aliyê tendirustî, aborî û ewlehiyê de biparêzin em bi gel re nîqaş dikin, bi perwerdeyan û civînan radigihînin. Li gorî êrişan wê jin çawa bikaribin parastina xwe ya cewherî, axa xwe û xwezaya xwe bike jî esas tê girtin. Di van mijaran de agahî hatin nîqaşkirin, nirxandin û çareseriyek baş hate kirin. Li gorî wê jî perwerdeya parastina cewherî hatine dayîn.  Di sala 2022’yan de parastina cewherî weke xebatek sereke me da pêşiya xwe.”   'Rêzeçalakiyên serkeftî hatin birêxistinkirin'   Welîde diyar kir ku ev sal jî li gorî xebatên hatine meşandin, berhemên xweşik hatin bidestxisitin û wiha qala xebatan kir: “Di rojên şahî û çalakiyan yên weke 8’ê Adarê, Newrozê, 25’ê Mijdarê û weke din de bi hemleyên mezin re dest bi xebatan hatin kirin. Ev roj bi merasîmên girseyî û mezin re hatin pêşwazîkirin. Ev çalakiyên me jî bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' re geş bû. Ev berhemên xebatên me bûn, lewra ji bo pêşerojê jî bûn moral û motîvasyonek mezin. Li gel van jî xebatên hamleya ‘Dem Dema Azadiya Rêbertî ye’ li dijî tecrîd û dagirkeriyê jî rêzeçalakî hatin lidarxistin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd em ê çawa bikaribin serî hildin em ketin nava hewildanan. Me xwest ji van re bibin bersiv. Tê zanîn çekên kîmyewî li Kurdistanê hatin bikaranîn û li hemberî wê jî çalakiyên me pêk hatin.”   'Di aliyê aborî-ekolojiyê de em gihaştin qonaxek din'   Welîde diyar kir ku yek ji xalên girîng ên rêveberiya xweser, birêvebirina aboriyê ye. Welîde got ji bo aboriyê jî hewildanên jinan ên girîng çêbûn û wiha pê de çû: “Jinê xwe di hemû qadên civakê de bi rêxistin kir. Lewra yek ji cihên herî girîng jî aborî bû. Ji bo vê jî proje û bernameyên girîng hatin pêşxistin. Di heman demê de ji bo jin destkeftiyên xwe biparêzin jî hewildanên girîng pêk hatin. Di hemû êrişên dagirkeriyê de bi taybetî ev qadên ku debara xwe ya aborî lê bi dest dixin hedef hatin girtin. Bi zanebûn cihên çandiniyê hedef hatin girtin û hatin talankirin.”   'Pêşketina zarokan jî di xalek girîng de bû'   Welîde da zanîn zarok ji bo civakê pêşeroj in û ji bo rêxistina me ya jinê jî pêşkeftina zarok xwedî girîngiyek mezin e. Welîde wiha berdewam kir: “Ji bo civakek xwedî pêşerojek ronî pêwîstî bi tendirustiya zarokan heye. Ji van êrişên dagirkeriyê jî herî zêde ew xisarên mezin digirin. Di aliyê derûnî de bi tendirust mezin nabin. Gelek zarokên keç jî nisîbê xwe ji êrişên dagirkeriyê girtine û hîna jî ev tundiya li ser wan berdewam e. Di nava salekê de gelek zarokan yan dawî li jiyana xwe anîn an jî hatin qetilkirin.”   'Ji bo azadiya rêbertî em ê li berxwe bidin'   Welîde bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Jinên kurd ji bo xwerêxistinkirin û pêşxistina Rêveberiya Xweser gelek berdêl dan. Îro jî em dibînin ka çiqasî xwedî li vê rêveberiyê derdikevin. Ji ber vê ye ku herî zêde êriş li wan tê kirin. Hebûna jinê, keda jinê û destkeftiyên wê hertim di hedefê de ne. Jinên ji bo hemû Rojhilata Navîn bûne nimûne bê guman bi van lîstokan re dev ji doza xwe bernadin. Ev erka parastina van destkeftiyan ne li ser milê me tenê li ser milê me hemû jinên Rojhilata Navîn e. Îro li hember wan êrişan divê em erka xwe bînin cih. Divê em bi wê dirûşma 'Jin jiyan azadî' re têkoşîna xwe mezin bikin. Di sala 2023’yan de jî divê armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya rêbertî be. Encex em ê bi wî rengî bikaribin têkoşîna xwe ya demokratîk bidin meşandin. Divê em têkoşîna xwe ya ekolojîk û demokratîk bi hêz bikin.”