ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-28 09:00:00     *Dayikên fîstanên reş li bejna xwe kirine, porên xwe yên spî bûne bi laçikên reş dinixûmînin, di her fersendê de dibêjin “Ma tê jibîrkirin” û bang dikin: “Werin ji bîr nekin di wê rojê de weke ku şahiya kurên me bin werin dîlana me. Werin hûn jî pariyekê ji lêgerîna me ya edaletê re bibin bersiv…”  ÇAVDÊRÎ   *Ji bo başûrê Kurdistanê salek têr û tijê derbas bû, berxwedana ku hat dayîn polîtîkayên tunekirinê pûç kir. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek, diyar kir ku di sala 2022'yan de li dijî êrişan têkoşîneke mezin hat dayîn û got: "Armanc û plansaziyên me yên ji bo sala 2023’yan jî ew e ku dê berxwedanê bigihînin serkeftinê. Sala 2023’yan bikin sala serkeftinê." PANORAMA-BI DÎMEN    *Endama Rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî têkildarî xebatên xwe yên di nava salekê de dane meşandin nirxandin kir û got: “Me di nava salekê de li gel berdêlan destkeftiyên girîng bi dest xist. Lewra ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî jî xebat hatin meşandin. Di sala 2023’yan de wê hedefa me ya sereke ev be û em ê rêxistina xwe ji bo wê bi hêz bikin."PANORAMA-BI DÎMEN    *Gulîstan Kiliç Koçyîgît çalakiya li ber Wezareda Dadê ya ji bo hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê destpêkirin, hat destpêkirin nirxand û got: “Em dibêjin tecrîd heye û tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Serê dijhiqûqiyekê di dijhiqûqiyek din tê veşartin. Em dibêjin tecrîd heye û li vî welatî kes nabêje tecrîd tune.” BI DÎMEN    *Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya Platforma Piştevanî û Parastina Bajar a Amedê ku rojên borî de hat avakirin, nirxand û da zanîn ku bi armanca pêşî li tundiya li ser jinê, polîtîkayên şer, bikaranîna hişbirê ya zarokan bigirin û çareseriya gelek pirsgirêkên din yên bajar, hewcedarî bi platformek wisa hatiye dîtin. BI DÎMEN    *Yek ji parêzerên doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç, diyar kir ku dadgeh bi nîqaşên li ser belgeya destûrî hewl dide lêgerîna heqîqetê asteng bike, diyar kir ku daxwazên ku dê kiryar ji nû ve bê lêpirsîn û Wezîrê Karên Hundir ê weke teşwîqkar bê lêpirsîn hatin redkirin. BI DÎMEN    * Bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi boneya salvegera komkujiya Roboskiyê bernameya bîranînê were lidarxistin.(10:00-13.00) BI DÎMEN