Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê: Bila kiryar bên cezakirin 2022-12-27 19:39:44   AMED - Bi minasebeta salvegera 11’emîn a Komkujiya Roboskîyê, Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê daxuyaniyek da û kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kesên komkujî pêk anîne bila bên aşkerakirin û bên darizandin û hat gotin ku ew komkûjiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.    Li gundê Roboskiyê yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Artêşa Tirk bombe li şêniyên gund ên bazirganiya sînor dikirin barand û di encamê de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera 11’emîn a Komkujiya Roboskîyê Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê li parka Roboskî ya navçeya Peyasa Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Cihê ku dem sekinî û êş girantir bû; Roboskî” hate vekirin.    Beriya daxuyaniyê dirûşma “Roboskiyê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hat berzkirin. Li ser navê platformê daxuyaniyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan xwend.    Elîf, kesên ku di komkûjiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ji ser bûyerê 11 sal derbas bû bihêlin kiryar werin eşkerekirin û darizandin ji malbatên wendayan û ji gelê Kurd lêborînek jî nehat xwestin. Elîf, got di vê pêvajoyê de qaşo tekîldarê qetlîamê hinek pêvajoyên hiqûqî û siyasî hatin jiyîn û wiha domand: “Dosyayên lêpirsinê yên tekîldarî qetlîamê ji dozgeriya leşkeriyê re hat şandin, mufetîş hatin peywirdarkirin, komîsyon hatin damezrandin û mixabin wekî em bi caran bûne şahidê dosyayên wiha dîsa li ser rastiyê bi awayekî nepenî hat girtin û biryara peyneketinê hat dayîn. Li ser vê yekê malbatan di 18’ê Tîrmeha 2014’an de serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dan. Serîlêdana Dadgeha Makeqanûnê ji ber kêmasiya usûlê hat redkirin. Piştî ku riyên hiqûqa navîn qediyan xizmên di qetlîamê de jiyana xweji dest dane doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. AÎHM jî bi heman hincetan serîlêdan red kir.”     ‘Me ji bîr nekir û em nadin jibîrkirin’   Elîf, destnîşan kir ku daraza Komara Tirkiyeyê gava mijar dibe cezakirina kesên azadî û edaletê dixwazin bi lez û bez dimeşe, gava mijar dibe qetlîamên li ser gelê Kurd yan jî muxalîfan wekî em dibînin bi giranî be jî nameşe. Elîf, wiha axivî: “Mexdûrên ku edaletê jî dixwazin bi hincetên cur bi cur hatine cezakirin. Di salvegara 11’emîn a Roboskiyê de em careke din diyar dikin ku; me tu qetlîameke ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em dibêjin heta kiryarên vê qetlîamê neyên eşkerekirin û cezakirin aştî, edalet û hiqûq nayê avakirin. Ji ber vê yekê ji bo hemû heqîqetên tekîldarî qetlîama Roboskiyê eşkere bibe em berpirsiyariya hemû erkdaran dixin bîra wan û ji bo polîtikayên bêcazabûnê dawî bibe bangawazî dikin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Roboskiyê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû.