Şêniyên Şêranê li dijî Komkujiya Parîsê meşiyan 2022-12-27 15:07:34   KOBANÊ - Li navçeya Şêran a Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşa ku li Parîsê meşek li dar xistin. Şêniyên beşdarî çalakiyê bûn helwesta Firansayê jî şermezar kirin.    Kujer Wîllîam di 23’ê Kanûnê bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Taxa Strasboûrg Saînt Denis a li paytexta Fransa Parîsê kir û Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil qetil kir. Kongra Star ya navçeya Şêranê ji bo şermezarkirina êrîşa li Parîsê li dar xist. Meş ji navenda Kongra Star dest pê kir û heta bi Meclîsa Malbatê Şehîdan domiya.   Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranî Litfiyê Silêman axivî û got “Evîn, Sakîne, Fîdan û Leyla bûn hêvî ji bo tevahî jinên azad. Divê em wek jin rêya wan bişopînin. Dijmin soza têkbirina çanda me daye, ji bo wê jî êrîşî gelê me û çanda me dike. Em dewleta Fransayê şermezar dikin ku ta niha tu daxuyanî nedaye. Rêberê gelê Kurd dibêje ‘heta ku jin azad nebe civak azad nabe’ ji ber ê jî êrîşî jinan tê kirin.”