Îro Emîne Şenyaşar ne li nobedê ye li qereqolê îfade dide! 2022-12-27 13:53:58     RIHA - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 659'emîn de berdewam dike. Derbarê Emîne Şenyaşar de du lêpirsînên cuda hatin destpêkirin.    Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ji 9’ê adara 2021’ê ve di roja 659’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê çalakî domand û dayika wî Emîne Şenyaşar jî ji ber 2 lêpirsînên cuda derbarê wê de hatine destpêkirin, çû Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê ku îfade bide.     Ji parêzerên malbatê Nîhat Şahîn li gel Emîne Şenyaşar çû qereqolê. Lêpirsîn bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar di axaftina xwe ya 7’ê cotmehê de “heqaret” li parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye derbarê wê de hatiye destpêkirin. Di girteka polîsan de jî ji bo Nobeda Edaletê, “qaşo” hat gotin.    Her wiha lêpirsîna din jî di encama gilîkirina bavê Yildiz ê AKP’yî, Osman Yildiz de ku îdia kiriye ku “Nobeda Edaletê ewlehiya canê min dixe talûkeyê” hatiye destpêkirin.   Emîne Şenyaşar têkildarî tawanbariyê îfade neda polîsan û xwest Serdozgeriya Komarê ya Rihayê îfadeya wê bigire.    Hejmara lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşar de hatine destpêkirin derket 17 heban. Ji van lêpirsînan 6 hev veguherîn dozê û hê jî darizandin didome.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Îro dayê ne li nobedê ye! Dayê dîsa wek besûc li qereqolê îfade dide! Wek ku hûn dizanin dîsa mexdûr parlamenterê AKP’ê ye ku fermana qetlîama li nexweşxaneyê dabû. Bila her kes refa xwe diyar bike! Bêdengîmayîn şirîkatiya zilmê ye.”