'Wiha nebû Tirkiye': Jin tên paldankên li meclîsê! 2022-12-27 09:23:35   Marta Somek--Gulîstan Dursun   STENBOL- KA.DER’ê li dijî ku ji 20 bajarên Tirkiyeyê parlamenterên jin derneketine, ji bo tevlibûna jinan a di siyasetê de zêde bibe starta kampanya ‘nebû’ dan. Seroka KA.DER’ê Nuray Karaoglu der barê mijarê de wiha got: “Em bang li mêran dikin, nîvê wan paldankan yên jinan e. Jin tên. Jin di vê pêvajoyê de bi biryar û israr in.”   Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (KA.DER) ji 1997’an de ye ji bo nûneriya wekhev têdikoşe û ji bo pêvajoya nû starta kampanyayê da. Li gorî tespîtên KA.DER’ê  di 100 sal komara Tirkiyeyê de li 20 bajaran qet parlametnerên jin derneketine.   KA.DER’ê Karneya Wekheviya Zayenda Civakî ya 20 bajaran ku tê de Semsur, Erdexan, Artvîn, Bayburt, Burdur, Erzîngan, Gîresun, Gumuşxane, Karabuk, Karaman, Kîlîs, Kirikkale, Kirklarelî, Kirşehîr, Nevşehîr, Nîgde, Osmaniye, Rîze, Sînop û Yozgat heye derxist û  der barê van bajaran de ji bo tevlibûna jinan hinek pêşniyar kirin. KA.DER’ê  xwe gîhand encamên ku di hilbijartinên 2018’an de rêjeya parlamenterên jin yên seranserê welat hatine hilbijartin ji sedî 17.2 ye.   KA.DER’ê bi vê armancê ji bo dema nû kampanya ‘nebû’ di 2’ê Kanûnê da destpêkirin. Seroka KA.DER’ê Nuray Karaoglu der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî.   Jin li 20 bajaran nehatin dîtin Nurayê da zanîn ku KA.DER 25 sal e ji bo jin zêdetir di siyaset û mekanîzmayên biryarê de cih bigirin têdikoşin û got di saziyên serdest û organên hikûmetê de hema hema qet jin tune ne û wiha vegot: “Ji roja Tirkiye ava bûye heta niha di 88 salan de 20 bajarên ku parlamenterên jin jê derneketine hene. Van bajaran jin nedîtine û êdî divê biguhere.”   Wê ji jinan re bê vegotin   Nurayê wiha berdewam kir: “Em ê ewil li Kirklarelî dest bi xebatan bikin. Kirklarelî hinek din baştir e jin di qada cemawerî de hene. Lê tevî vê parlamenterên jin derneketine. Em ê ewil ji vir dest pê bikin. Em ê bi jinê rêveberiya herêmî, akademîsyenan re biaxivin ku çima jin di areneya siyasî de tune ne û em ê civînekê pêk bînin. Li Semsurê di hilbijartinên borî de çar parlementerên AKP û yek jî yê CHP’ê hebû. Hinek bajar jî bi gitşî  parlamenterên AKP’ê ne. Mînak li Kirklarelî du AKP û 3 jî parlamenterên CHP’ê derketine. Ligel vê li Sînop û Yozgatê yek yek belav bûne.”   ‘Partiya nûneriya wekhev pêk tîne HDP’ ye’   Nurayê destnîşan kir ku partiya herî zêde parlamenterên wê yê jin hene AKP ye û wiha dirêjî dayê: “Lê partiya ku nûneriya wekhev a jin û mêr heye HDP ye. Ji ber pergala hevserokatiyê heye. Bi awayekî cidî têkoşîna hebûnê heye. HDP nûneriya wekhev pêk tîne. Li gorî daneyên me bi dest xistine li hinek bajaran qet stargeh tune ne. Navendên Şêwirmendiya Jinan li piranî bajaran tune ne. Li 20 bajaran tenê li Kirşehîr û Erzînganê  Navenda Civak û Piştevaniya Jinê heye. Li bajarên wisa ku newekhevî heye, tê piştrastkirin ku li van bajaran jin nayên dîtin.”   Bang kirin: Wisa nabe Tirkiye!   Nurayê wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Li van 20 bajaran îstîhdama jinê jî kêm e. Sedema vê jî ev e ku şansa jinan ku xwe di qada cemawerî de nîşan bidin pir kêm e. Xwendina zarokên keç bilind e. Lê di siyaset û îstîhdamê de tevlibûn pir kêm e. Bêguman ev polîtîkayên li ser jinan tên meşandin tenê li 20 bajaran nîne. Ev polîtîka li ser hemû jinan tên meşandin. Ji ber vê em dibêjin ku divê pergala siyasetê biguhere. Ji ber vê em bang li 20 bajaran dikin û dibêjin ‘Wisa nabe Tirkiye’ û piştre dibêjin ‘Wisa nebû Erzîngan, Semsur, Erdexan û bajarên din.”Em ê şopdarê pêvajoya hilbijartinê bin û şopdarê ku jin di kîjan rêzan de hatine nîşandan, bin. Em ê wek KA.DER heta ku wekhevî pêk neyê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”