Fehîme Poyraz: Dixwazin ser komkujiyê bigirin 2022-12-27 09:07:22   ÎZMÎR - Dayik Fehîme Poyraz der barê doza qetilkirina Denîz Poyraz de banga xwedîderketinê kir û bertek nîşanî doza li girtîgehê tê dîtin da û got dixwazin ser komkujiyê bigirin lê vê qebûl nakin.   Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrîş pêk hat û gumanbar Onur Gencer, Denîz Poyraz qetil kiribû. Rûniştina dozê ya dawî di 14’ê cotmehê de li salona dadgeha Kampusa Girtîgeha Şakranê hatibû dîtin û di encama redkirina daxwaza redî hakim a malbat û parêzeran de, parêzeran dadgeh terk kiribû rûniştin berdewam kiribû, piştre taloqî 27’ê Kanûna 2022’yan hatibû kirin.   Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz der barê helwesta daraz û dadgehê de axivî û got ji bo rastî dernekevin holê hewl didin ceza bidin gumanbar û dozê bigirin, lê got wê destûrê nedin vê.   ‘Dixwazin bidin jibîrkirin’   Fehîmeyê destnîşan kir ku hewl tê dayîn ser dosyayê û komkujiyê bê girtin û wiha dirêjî dayê: “Ev tiştekî nayê jibîrkirinê ye. Dixwazin hema dozê bigirin lê em naxwazin hema bê girtin. Diyar e ku kî li pişt bûyerê ye kê alîkarî daye gumanbar. Em niha naxwazin ev doz bê girtin. Di rûniştina din de jî em neketin rûniştinê û bûyer derxistin. Gaz û ava şid avêtin ser mirovan. Em aliyên mexdûr in, em tên binpêkirin. Gotinan ji me re dibêjin û kujer mafdar derdixin. Em vê qebûl nakin.”   Dişibe komkujiya Parîsê   Fehîmeyê bal kişand ser komkujiya li Parîsê û da zanîn ku kujer ne bi tena serê xwe ye û bûyer dişibe qetilkirina Denîzê. Fehîmeyê ev tişt bi lêv kir: “Plan kirin û Denîz qetil kirin. Li pişt qetilkirinê hinek hene. Ew bi xwe bawer e ku wisa rehet dikeve hundir û dikuje. Ew tenê nikare vê bike. Em maf û hiqûqê dixwazin. Em dixwazin hiqûq û edalet pêk bê.”   ‘Gelo kujer bi kê bawer e?’   Fehîmeyê bi lêv kir ku heta ku rastî dernekevin holê wê şopdarê dozê bin û wiha bal kişand ser: “Kujer tê parastin. Roja bûyerê me got ‘Hûn çima dernakevin jor, gotin êlek tune ne.’ Kujer saetekê tenê li jor dimîne. Gelo kujer ji kê bawer dike? Ji dewletê dike? Piştî kujer dadikeve jêr kesek destê xwe davêje dora stûyê wî dibêje ‘Birakê min navê te çiye?’ Lê keça min li wir can da, çû bi destên xwe keça min qetil kir.  Gelo çawa dibe ku wî kujerî hembêz dikin? Wê demê tu jî hevkarê sûcî. Çiqas bêjin jî ne em in, lê ew in. Wî tenê nekir, em baş dizanin. Li pişt wî hinek kes hene. Ez dewletê sûcdar dikim.”   ‘Dadgeh bi kêfî tev digere’   Fehîmeyê di berdewamiyê de helwesta kêfî ya heyeta dadgehê jî rexne kir û wiha dirêjî dayê: “Di dadgeha dawî de em negirtin hundir û me got divê rûniştin li dadgeha berê be. Jixwe em negirtin hundir. Li gorî xwe tev digerin. Di dadgeha borî em çawa ketin hundir dozger bertek nîşan da. Gotin çiye evqas parêzer hatine, gel hatine. Piştre gaz avêtin hundir, gel protesto kir.”   ‘Sedemek qetilkirina Denîzê hebû’   Fehîmeyê diyar kir ku divê her tişt derkeve holê û wiha domand: "Kujer hîna tiştek negotiye. Gelo çima Denîz li avahiyê qetil kir. Em dixwazin her tiştek bê axaftin. Tiliya kê tê de ye divê derkeve holê. Ji xwe wî tenê nekir. Li piştî wî sê çar kesên din jî hene. Em dixwazin her tiştî fêr bibin. Ji ber Denîz Kurd bû hat qetilkirin. Sedemek vê heye bila bêje. Em gelê Kurd her tim ligel aştiyê bûn. Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Gelê Kurd wê hîna çiqas bedel bide. Me tu car şer nexwest. Lê ew dixwazin."   ‘Divê dadgeh li girtîgehê neyê dîtin’   Fehîmeyê destnîşan kir ku armanca birina dozê ya Şakranê ev e ku kujer birevînin û ev tişt bi lêv kir: "Em, malbata wê negirtin hundir. Divê em li wir bûna. Kujer girtin hundir em negirtin. Gaz avêtin gel. Ew der cihê maf û hiqûqê ye. Em dixwazin edalet pêk bê. Em dixwazin doz li dadgeha girtîgehê neyê dîtin. Ji ber vê çi ji destê me bê em ê bikin."   ‘Em xwedî li hev derkevin’   Fehîmeyê banga xwedîderketin û tevlibûna rûniştinê kir û wiha got: “Bang li gel, dayik, parêzer, parlamenteran dikim ku xwedî li dozê derkevin. Em xwedî li xwe derkevin. Ev doz ne tiştekî hindik e. Ji ber her tim kujer tên parastin. Em dixwazin ku gelê me li gel me be.”