Agirê li Rojhilat hat pêxistin wê agirê sedsala jinê pêxe 2022-12-27 09:04:59     ENQERE - Ber bi dawîbûna salê ve têkoşîna jinan ya li Rojhilat bi pêxistina meşaleyê li hemû cîhanê belav bû, agirê ‘Jin jiyan azadî’ li her derê dişewite. Jinan kolan terk nekirin û porên xwe kirin al, li dijî rejîma îslamî sekinîn û ev wê venasîna sedsala 21’ê bibe sedsala jinê gav bi gav bîne.   Di 16’ê îlonê de li Îranê jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ yê rejîma Îranê ve hat qetilkirin û piştî vê li herêma Rojhilatê Kurdistanê û piştre jî li hemû bajarên Îranê bi pêşengiya jinan çalakiyên şermezarkirinê dest pê kir. Çalakiyên ku jinan dan destpêkirin tevî tundî, zext û darvekirinan bi biryarek mezin ji dîrokê hêzê digire didome. Berxwedana azadiyê ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê û ji wir jî heta Emerîka û cîhanê bi berxwedana jinê derket asta jor. Di Sala 2023’yan bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ya gelan û jinan tê pêşwazîkirin.   Îsal li cîhanê li herêma Rojhilat û Îranê ku jinan pêşengiya berxwedanê kir, me dît ku jin li dijî rejîm û pergalê serî natewînin. Li vî welatî berxwedana jinan daxwaza çi bû, çawa dest pê kir û çi anî? Em binêrin di 2022’yan de çi pêk hatin.   Di 16’ê îlonê de rojnameyan got ‘Jîna Emînî hat qetilkirin’   Di 16’ê îlonê de li bajarê Tehran a Îranê hat gotin ku jinek Kurd li nexweşxaneyê qeyrana dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Lê şahidên bûyerê rastî bi lez ji gel re ragihandin; Jina Kurd ji ber serê xwe baş negirtiye hatiye binçavkirin û polîsên ahlaqê îşkence û tundî lê kiriye. Ji ber darbeyên ji serê xwe girtiye xwîn çûye ser mêjiyê wê û hatiye qetilkirin. Di 16’ê îlonê de rojnameger Nîllofar Hamedî ku wêneyê dayik û bavê Jîna ku li korîdora nexweşxaneyê kişandibû di çapemeniya civakî de weşand û çîroka Jîna vegot. Piştî vê çapemeniya cîhanê ev sernav avêtin, ‘Jîna Emînî ya ji bajarên Saqizê hatibû, hat qetilkirin. Jina Kurd di bin çavan de hat qetilkirin. Ji ber sergirtinê hat qetilkirin. Polîsên Ahlaqê Jina Kurd qetil kir.”   Di meha ewil ku hat ragihandin de Jîna hatiye qetilkirin, rêbazên îşkenceyê ketin dewrê. Rejîmê bi awayekî fermî destûr nedan navê Kurdî derbas be. Rejîmê di nasnameyê de navê wê Mahsa ferz kiribûn. Rojnameyan carna navê wê Jîna carnan jî Mahsa nivîsin. Tundî û rejîma îslamî ne ji pergala serdest û ne jî ji nasnameyê serbixwe bû.   Delîlên ku derewên rejîmê derxistin holê   Roja piştî qetilkirinê polîsên rejîmê bi israr îdia red kirin û gotin ji ber ‘qeyrana dil miriye’. Nexweşxaneya ku Jîna lê razandin jî di 13’ê îlonê de parvekirineke li ser çapemeniya civakî ku rejîm diderewand parve kir û gotibûn beriya ku Jînayê bînin nexweşxaneyê mirina mejî pêk hatibû û ev parvekirin hefteyek şûnde hat paqijkirin. Di 17’ê îlonê de şefê polîsên Tehranê  da zanîn ku hinceta binçavkirina Jînayê ‘serî negirtin û cil û bergên wê ne’. Di wêneyên Jîna yên li nexweşxaneyê hatibûn kişandin de derketibû holê ku tundî lê hatiye kirin û hat diyarkirin ku  hikûmeta Îranê qeydên tibî yên sexte ava kirine û hewl dane serê bûyerê bigirin.   Bi pêşengiya jinan gel daket kolanan   Nûçeya Jînayê ku ji aliyê rejîmê ve hatibû qetilkirin li hemû welat belav bû. Gel piştî saetan şûnde daketin kolanan. Piştî 8’ê Adara 1979’an a Îranê şûnde cîhanê yekem car şahidiya çalakiyek wisa ya li Îranê dikir. Çalakî li ber nexweşxaneyê dest pê kir û ewil li bajarê Jîna Saqiz û Sanandaj, li Dîvandarreh, Baneh û eyaleta Kurdistanê û bajarên din belav bû. Li şûna protesto wek têkoşîna maf bên venasîn, rejîmê wek ‘ev lîstikên hêzên derve ne’ bi nav kir. Lê di çalakiyan de di dirûşman de bang li rejîmê hat kirin ‘Ji dîktatoriyê re mirin. Jin jiyan azadî’ û berxwedana protestoyên ku îro her diçin xurt dibin dest pê kir.   ‘Por tunebe guneh jî tune ye’   Siyasiyên ku kêm be jî muxalefetê rejîma Îranê dikirin ji bo ‘polîsên ahlaqê’ bên rakirin kampanya dan destpêkirin û jinan diyar kirin ku sedema zext û  mafan ne tenê ev polîs in û piştgirî nedan kampanya wan, kampanyayên xwe dan destpêkirin. Jinan gotin ‘por tunebe guneh jî tune ye’ û li ser çapemeniya civakî vîdeoyên ku porê xwe dibirîn parve kirin û ji her derê cîhanê piştgirî ji bo wan hat. Hêrsa li dijî rejîmê her çû mezin bû û jinan azadiya xwe îlan kirin, serê xwe negirtin û ketin dersan li kolanan porê xwe vekirin û sarikên mollayan daxistin.   Jinan dengê xwe dan bihîstin   Dengê jinan û gelê li kolanê bi sînorkirinên înternetê hatin astengkirin û hewl dan têkiliya wan bi cîhanê re bê birîn lê jinan dîsa dengê xwe dan bihîstin. Rejîmê hemû hêza xwe bi şerê li dijî gel da destpêkirin bi kar anî, ewil di 22’yê îlonê de bi ser mala rojnameger NîlloofarHamedî de hat girtin û hat girtin. Piştre rojnamegerên din hatin girtin. Di pêvajoya 3 mehan de bi hezaran kes hatin girtin, hatin îşkencekirin û herî kêm 458 kes hatin qetilkirin. Hewldanên qetilkirinê yên rejîmê hemû cîhanê dît. Wezareta Xezîneya Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê ceza li Devriyeya Rehberê û çend rayedarên payebilind ên Îranê birî.   Grevên giştî   Di 5’ê Kanûnê de sê rojan greva giştî hat îlankrin û li 29 bajarên Îranê ji bo Jîna û berxwedana gel dev ji kar hat berdan. Dukan hatin girtin, xwendekar neçûn dibistanan û jiyan rawestiya. Li bajarên wek Kirmanşan, Seqiz, Ciwanro ciwan daketin kolanan û agir pêxistin.   Komkujiyên rejîmê   Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji 16’ê îlonê heta niha 29 jin, 63 zarok bi giştî 458 kes hatine qetilkirin. Di çalakiyan de piştî welatiyên Kurd ên herî zêde hatin qetilkirin welatiyên Belûc bûn. Ji Belûciyan heta niha 128 hezar kes hatin qetilkirin.   Gel li dora ‘Jin jiyan azadî’ bûn xelek   Kurd, Azerî , Belûcî û gelek nasnameyên din ên li Îranê dijiyan li dora yek dirûşmê hatin gel hev. Bi salan bû li Îranê  zîhniyeta serdest ji ser bedena jinê xwe xwedî kir. Ne tenê li Îranê li Afganîstanê jî Talîban li dijî mafê jinan êrîş pêk anî. Hemû kolan û parq, qadên cemawerî li jinan hat qedexekirin û jinên Afganîstanê di vê pêvajoyê de piştgiriya jinên Îranê kirin. Jinên Afgan ku ji bo perwerdeya xwe bidomînin di dibistanên bin erdê û li malan di civînan de hatin gel hev û êşa jinên Îranê ji nêz ve hîs dikin. Talîban ev piştevanî qebûl nekir. Afganîstan û Îran ku dibêjin sergirtin ferz e, li Tirkiyeyê jî ji bo sergirtin bikeve meriyetê di meha qanûnê de pêşnûmeqanûn hat dayîn.   Tecrîdê îdeolojî heps nekir   Li Îranê bi ‘zen, zengegî azadî’, li Tirkiyeyê ‘jin, jiyan azadî’, ji Ewropa heta Amerîkayê ‘Women, life, freedom’, bi vê dirûşmê sala 2022’yan tê girtin. Jinên Kobanê ku ev dirûşm birin şoreşa Rojava û niha li dijî êrîşên Tirkiyeyê li berxwe didin, baş tên zanîn. Em Rêberê ku ev dirûşm gihandiye her derê û li her derê hatiye hûnandin nas dikin. Tecrîda tê meşandin îdeolojî heps nekir. Jin ji bo tecrîdê bişkînin wê di 2023’yan de jî dirûşma xwe berz bikin.