Li Amedê jinek hat qetilkirin 2022-12-26 15:48:17     AMED - Li navçeya Rezanê cenazeyê Îclal Ş. bi awayê qetilkirî hat dîtin.   Îclal Ş. ya li Rezana Amedê dima malbata wê piştî ku dît Îclal ji xew şiyar nabe gazî tîmên tendirustiyê kir. Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê tespît kirin ku li sutiyê Îclalê şop heye.    Li ser vê polîs jî hatin cihê bûyerê û malbat binçav kirin. Ferdên malatê diyar kirin ku Îclalê ji aliyê bavê xwe Kadrî K. ve htiye qetilkirin. Karê dayik, bira û Kadrî K. ê li emniyetê berdewam dike.   Herwiha hat diyarkirin Îclalê berî bi  2 saln hatiye zewicandin û li Mêrsînê bi cih bûye û piştî ku bi mêrê pê re hatiye zewicandin li hev nekiriye careke din vegeriya gel malbata xwe ya li Amedê.