Tevgerên hunerê: Divê gelê Kurd hevgirtin û yekîtiya xwe xurt bike 2022-12-26 15:26:09     QAMIŞLO - Tevgerên hunerî û çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; TEV-ÇAND a Mezopotamyayê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Deste û Komîteyên Çandê û gelek rewşenbîr û hunermendan têkildarî komkujiya li Parîsê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê daxuyaniyek da.   Tevgerên hunerê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî komkujiya li Parîsê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi hedefgirtina çandê dixwazin rastî û reseniya civaka Kurd ji holê rakin û got “Ji bo tolgirtina şehîdan em ê bi berhemên xwe çanda neteweya demokratîk mayînde bikin.”   Daxuyanî ji aliyê hevserokê TEV-ÇAND a Mezopotamyayê Ednan Îbrahîm ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiyên li dijî gelê Kurd sînorên Kurdistanê derbas dikin, ew komkujî gihaştine asta hovîtiyê û hate gotin: “Divê gelê Kurd hevgirtin û yekitiya xwe xurt bike. Bê guman eşkere ye ku êrişên faşîst û nîjadperest ên AKP-MHP`ê di bin sîwana pergala sermayedar û bi hevkariya hêzên navdewletî yên hegemonîk de pêk tên. Komkujiya duyemîn li Parîsê vê yekê baş piştrast dike. Heke Fransayê kujer û yê li pişt kujeran di komkujiya yekemîn de ya ku tê de 3 jinên têkoşer şehîd bûbûn, eşkere û ceza kiribana, wê ev komkujiya duyemîn jî pêk nehatiba.”   Daxuyaniyê diyar kir ku Fransa endameke Koalîsyona Navneteweyî ye û bi hevkariya QSD`ê re li hemberî çeteyên DAIŞ`ê di nava liv û tevgerê de ye û hate gotin: “Qaşo xwe wek dostê Kurdan nîşan dide, ev bûyera teror û nîjadperest rûçikên li ser rûyê wan diqetîne û rastiya wan a ku xwe wek dewletên demokrat bi nav dikin, derdixe holê.”   Têkildarî şehîdan jî hate gotin: “Diyar e ku şoreşger, hunermend û welatparêzên Kurd, êdî tev bi hev re di yek çeperê de ne. Ji xwe çanda berxwedaniyê, çanda şerê gel ê şoreşger ku belavî dinyayê dibe cewherê wê ev yeke, sedema hedefgirtina navenda çandê jî ev e. Ji ber ku çand hemû qadên jiyanê di nava xwe de dihewîne û yên ku îfadeya wê jî dikin hunermend û dengê hunermendan e. Lewra êrişa li ser çandê êrişa li ser gel bi xwe ye, xwestin û her dixwazin dengê rastî û resentiya civaka Kurd ji dinyayê rakin û qut bikin, lê îro her Kurdek dibe welatparêz, têkoşer, hunermend û bi awaza azadiyê li her derê dinyayê qîr dike.”   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Firansayê hate kirin ku di zûtirîn demê de vê bûyera hovane ji raya Kurd û ya giştî re zelal bike, heke nekir ew ê wekî hevkarê vê komkujiyê were dîtin û wiha hate gotin: “Ji bo tolgirtina şehîdên xwe jî soza me ew e em ê bi hemû nivîs û pîşeyên xwe yên hunerî bibin aliyekî mayîndekirina çanda neteweya demokratîk re. Hemû netewe, rêxistin, sazî û kesayetên demokrat werin em bi hev re li hemberî qirker, dagirker û nîjadperestan xwedî yek helwest bin û faşîzmê têk bibin.”