Hevserokên di bin çavan de îfade nedan 2022-12-26 14:55:08     AMED -  Hevserokên DBP'ê yên roja înê li Amedê hatin binçavkirin îfade nedan û mafên xwe yê bêdengmayînê bi kar anîn.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat destpêkirin de hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Keskîn Bayindir, hevserokên Bajêr ên Amedê Seval Gulmez û Hayrettîn Altun, Hevserokên Bajêr ên Êlihê Rukiye Onat Gonul û Burhan Eglentî, Hevserokên Rihayê yên Bajêr Rabîa Aslan û Hîdayet Enmek, Hevseorkên Bajêr ên Dîlokê  Zelîha Arslan û Ethem Unal, Hevserokê Bajêr ê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên Bajêr ên Mêrdînê Sureyya Dundar û Şerafettîn Aslan, Hevserokê Bajêr ê Agiriyê Melîk Ozmuş, Hevserokên Bajêr ên Wanê Şengul Polat û Harûn Okay karê wan li emniyetê bi dawî bû.    Hevseorkên ku hatin binçavkirin li emniyetê îfade nedan û mafên xwe yê bêdengmayînê bi kar anîn. 15 kesên ku karê wan li emniyetê qediya li bendê ye wan derxînin edliyê.   Biryara veşartiyên ya li ser dosyaya ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatiye vekirin jî dewam dike.