Tevî şerdên dijwar ên hewayê jî Nobeda Edaletê dewam kir 2022-12-26 12:45:01     RIHA - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 658'an de dewam kir. Ferît di çalakiyê de got:"Bêedaletiya niha em dijîn her kes dizane. Heta ku bêedaletî ji holê neyê rakirin, gotina edaletê ji cîhanê û dewletên îslamî re nayê gotin."   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 658’an de berdewam dike.    Rewşa tendirustiyê ya Emîne ne baş e    Ferît Şenyaşar di bin barîna baranê de Nobeta xwe ya Edaletê domand. Ferît beriya ku were cihê çalakiya nobetê diyar kir ku dayika xwe biriye nexweşxaneyê û hîn bûne ku divê dayika wî demildest emeliyat bibe. Ferît, destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê wê ji ber edliyeyê neçe.    Ferît, bal kişand ser axaftina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Rêxistina Hevkariya Îslamê û wiha got: “Di dema dawî de di axaftina xwe ya konferansa darazê ya dewletên îslamî de dewleta ku edaleta wê neyî şibandiye avahiyeke riziyayî. Bêedaletiya niha em dijîn her kes dizane. Heta ku bêedaletî ji holê neyê rakirin, gotina edaletê ji cîhanê û dewletên îslamî re nayê gotin.”