Jina li Sêrtê hat qetilkirin li Bedlîsê defin kirin 2022-12-26 12:20:32     BEDLÎS - Reyhan Sûbaşi ya ku li Hawêlê bi îşkencêyê hat qetilkriin li Bedlîsê hat definkirin.   Li bajarokê Ziyaretê yê navçeya Hewêlê ya Sêrtê Reyhan Sûbaşi (21) berî bi 3 rojan bi wayê şewitandî mirî hat dîtin. Reyhan a ku li navçeya Elcewaz ya Bedlisê hatibû dinê derbarê kuştina wê de lêkolîn hat kirin û di encamê de 3 kes hatine girtin. Herwiha cenazeyê Rehanê jî ji aliyê malbata wê ve hat giritn û li Elcewazê ya Bedlîsê hat definkirin.   Hat îdakirin ku têkiliya kuştina Reyhanê dibe ku bi çeteyek hişbirê re jî hebe.