Êrişa faşîst li dijî kurdekî li Lîlleyê hat kirin 2022-12-26 10:22:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Roubaix ku yek ji navendên bajarê Lîlle ye, karkerê Kurdistanî yê bi navê Zîkrî Elî Avşîn ku di berberxaneyekê de kar dike, duh ji aliyê Tirkekî bi navê Ramazan ve bi hinceta ku strana Kurdî guhdarî dike, ji 3 cihan bi meqesa berber ve hate birîndarkirin.   Li Lîllê ciwanekî ji Hewlerê bi hinceta ku muzîka Kurdî guhdarî dike bi êrişa faşîst a tirkekî rû bi rû ma. Rayedarê NCDK'ê hişyarî da û got, "Neyên provokasyonên ku bi zanebûn ji aliyê faşîstên Tirk ve tên pêşxistin."   Zîkrî Elî Avşîn (27)  ji Hewlerê û hate hînbûn ku zewicî ye, dema ku li berberiyê dixebitî, faşîstê Tirk ê bi navê Ramazan ket dikanê. Ji ber Avşîn li stranên bi Kurdî guhdarî dikir, Ramazan gef lê xwar. Li ser bersiva Avşîn a ‘ez bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikim’ Ramazan bi meqesa berber êrîşî Avşîn kir.   Ramazanê faşîst ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin, Zîkrî Elî Avşîn ê ji 3 cihan birîndar bû rakirin nexweşxaneya Lîlle.   Bi bihîstina bûyerê re Kurdistanî ber bi nexweşxaneyê ve çûn. Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên hatin nexweşxaneyê diyar kirin ku bi bijîşkan re axivîne, kesê birîndar tavilê emeliyat kirine û ev jî avantajek e ku zêde xwîn jê neçûye. Rayedar bal kişand ku faşîstên Tirk bi zanebûn dixwazin Kurdan tehrîk bikin û provokasyonan bikin û hişyariya “neyên provokasyonan” kir.