ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-26 09:00:00     *Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên di derbarê xebatên Meclîsa Jinan a di salekê de nirxandin kir. Jiyan Hisên diyar kir ku ew ruxmê êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê di nava salekê de rêxistina heyî berfireh kirine û ji bo sala 2023'yan bikin sala serkeftinê hewldanên mezin kirine. Jiyanê got jinan bi hewldananên xwe re eşkere kirine ku sedsala 21'emîn sedsala jinê ye. DÎMEN HEYE   *Rêvebera Rêvebera Roboskî-DER'ê ya ku bi KHK'ê hat girtin, Xezal Encu û jinên HDP'yî têkildarî salvegera Komkujiya Roboskiyê de diyar kirin ku ew ê doz û têkoşîna xwe bidomînin û gotin:"Tevî 11 sal jî ji ser komkujiyê derbas bûye dîsa jî kujer nehatin darizandin û cezakirin. Êriş bi zanebûn li ser nasnameya kurdbûnê pêk hatLê em ê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin." DÎMEN HEYE   *Ayşe Acar Başaran da zanîn ku li dijî îstîsmara zarokan hemû mekanîzmayên dewletê dibin yek û ji vê  re zemînê amade dikin û têkoşîna ku dewlet li dijî îstîsmara jin û zarokan nade, wê rêxistina jinan bide.  DÎMEN HEYE   * Ji bo Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdullah Kizil ên di komkujiya Parîs a Fransayê de hatin qetilkirin li Ewropa û gelek bajaran protesto didomin û jinên ji Wanê jî diyar kirin ku dem ne dema bêdengiyê dem dema dengbilindkirinê ye. DÎMEN HEYE   *Parêzer Turkan Aslan Agaş diyar kir ku qetilkirina Denîz Poyraz dişibe komkujiya li Parîsê pêk hatiye û got ji bo doza di 27’ê Kanûnê de pêk tê wê daxwaz bikin û di delîlên hatine reşkirin de gumanbar hene. DÎMEN HEYE