Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2022-12-26 08:27:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Kurdan û dostên kurdan li Lyonê meşek li dar xistin û komkujî şermezar kirin.    Evîn (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin, li bajarê Lyon ê Fransayê hatin bibîranîn. Li qada Bellecourê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan.   Di meşê de ku hêrsa li hemberî kujer û dewleta tirk bi dirûşman hate nîşandan, wêneyên hersê kesên jiyana xwe ji dest dan, hatin hildan.   Nûnerên Komeleyên Elewiyan û Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Fransayê jî tevlî meşê bûn.   Di çalakiyê de hate ragihandin ku ev komkujiya bi rengekî eşkere ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin wê ti carî neyê qebûlkirin.   Girseya gel piştre ber bi avahiya Şaredariya Lyonê ve bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" meşiya.   Li ber avahiya şaredariyê jî sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin û çalakî bi dawî bû.