Tevgera Şoreşger a Yekbûyî: Em ê hesabê komkujiyê bipirsin 2022-12-25 17:09:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan a Ewropayê têkildarê 2’emîn Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî gotÇ:"Em ê hesabê komkujiyê bipirsin."   Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan a Ewropayê destnîşan kir ku Komkujiya Parîsê ya 2’emîn ji aliyê dewleta tirk , MÎT û Erdogan ve hatiye organîzekirin. Hate gotin ku ew ê teqez hesabê Komkujiya Parîsê bi pirsin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:   “Faşîzma Tirk bi pêkanîna 2’yemîn Komkujiya Parîsê, xwest têkoşîna azadiya neteweyî ya bi biryar a gelê Kurd û jinên Kurd rawestîne û tine bike. Jinên Kurd, gelê Kurd û ciwanên Kurd wê ti carî weke duh nehêlin ku meşên azadiya netewî bên tinekirin û rawestandin. Weke li qadên Parîsê, em ê bi hevgirtina hevrêtiyê bi hêrs û serhildana xwe li dijî faşîzm û emperyalîzmê bisekinin û hesabê komkujiyê bipirsin.   2’emîn Komkujiya Parîsê komkujiyeke ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst, MÎT û dîktator Erdogan ve hatiye organîzekirine. Di vê komkujiya ku bi destê nîjadperestê Fransî hat organîzekirin de, bi awayek organîzekirî kujer li cihê bûyerê danîn û hedefgirtina komele û dikandarên Kurd ên girêdayî tevgera Kurd, eşkere nîşan da ku komkujî plankirî ye. Dewleta Fransa û îstîxbarata Fransa çavê xwe ji Komkujiya Parîsê ya 2’emîn re girtin û bûn hevparê komkujiyê. Daxuyaniya dozgerê Fransa û Wezareta Karên Hundir bi gotina ‘Êrîşeke ferdiye, nîjadpereste’ dewleta Tirk a faşîst xist bin parastinê. Em vê yekê ji mînakên hevrêyên me Sakîne, Fîdan û Leyla yên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, bi girtina dozê û nedarizandina saziyên kontra yên faşîzma Tirk dizanin.   Em hevkariya dewleta Tirk a faşîst û emperyalîstan ji vekirina qada hewayî ya Rojava ji balafirên şer ên Tirk re, ji jin, zarok û gelên di bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dane, dizanin. Em dizanin ku dixwazin şoreşa jinên Rojava bifetisînin. Em vê hevkariyê di temaşekirina qetilkirina gerîlayan a bi çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê dizanin. Em vê hevkariyê di dema destgîrkirinê de êşkencekirin û komkujiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dizanin.   Em ê weke jin teqez hesabê 2’emîn Komkujiya Parîsê ji dewleta Tirk a faşîst û emperyalîstên Fransa bipirsin. Bi sosyalîzmê re em ê têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê Kurd ku ji Tirkiye, Bakurê Kurdistanê ji her deverê Kurdistanê ditirse, bigihînin serkeftinê. Em ê desthilatdariya faşîst a serdest a mêr hilweşînin. Em ê bi kedkar, jinên kedkar û gelên li Ewropayê re hevgirtina navneteweyî berfireh bikin û li dijî dijminatiya dîktatoriya faşîst a Tirk derkevin.   Em ê nehêlin têkoşîna azadiyê û şoreşa jinê bi afirandina tirs, panîk û bêhêvîtiyê li hemû xaka ku gelê Kurd lê dijîn, Ewropa jî di nav de ye, were terkandin. Ev tirs tirsa faşîzmê ye, ev bêhêvîtî bêhêvîtiya faşîzmê ye.   Em ê hevrê Evîn a ku bi salan e di têkoşîna vîna jin û pêşengiya jinê de cih girtiye, di şoreşa xwe ya jinê de her tim zindî bihêlin.”