Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê deklarasyon eşkere kirin 2022-12-25 17:06:00   STENBOL – Rêxistinên Elewiyan piştî Komxebata Mezin a Elewiyan deklarasyonek parve kirin û diyar kirin ku divê li ser bingeha hemwelatiya wekhev makeqanûneke nû were çêkirin û daxwazên xwe rêz kirin. Her di komxebatê de bal kişandin ser Komkujiya Parîsê.    Li ser biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di bin sîwaneya Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Çand û Cemxane ya Elewî-Bektaşî hatibû avakirin. Rêxistinên elewiyan li dijî vê biryarê îro li Stenbolê “Komxebata Elewiyan a Mezin” li dar xist. Bi hezaran kes tev li komxebatê bûn û piştre jî deklarasyonek hate ragihandin.    Partiyên siyasî peyamên xwe dan   Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan peyam şandin kongreyê û nameya wan hat xwendin û di nameya xwe de kongreyê li civaka elewî pîroz kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna elewiyan têkoşîna wan e.    Her wiha peyamên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû jî hatin xwendin.   Komkujî şermezar kir   Hevberdevka AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû jî axivî û anî ziman ku ew ê destûrê nedin tunehesibandina elewiyan. Hevberdevkê AABK’yê Huseyin Mat jî bertek nîşanî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat da û ew ê vê qetlîam û nijadperestiyê şermezar dikin.    Deklarasyon   Di deklarasyonê de hat gotin ku li Tirkiyeyê sepanên yekperest û senteza tirk-îslamê li her qadên jiyanê didomin û îktîdar bi mekanîzmaya zextê ya civakî û polîtîk ve hîn bêhtir sazûman dike. Rêxistinên elewiyan di deklarasyonê de bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê, tundiya li dijî jinan, bêedaletiya di parvekirina dahatê de, neçareserkirin pirsgirêka kurd, polîtîkayên zext û pişaftinê dan û gotin ku bi qedexe û sepanên keyfî welêt mîna girtîgehê bûye.    Daxwazên rêxistinên elewiyan    Di deklarasyonê de ev daxwaz hatin rêzkirin:    "* Bila statûya perestgehê ya cemxaneyan were qebûlkirin, hemû mafên ji ber vê statûyê werin naskirin, dergeh û cihên me yên ku hatine desteserkirin bila dîsa li me vegerînin û qanûnên li dijî me hatine derxistin bên betalkirin.    * Bila dersên olê yên mecbûrî ku li tevahiya civakê tê ferzkirin êdî mecbûrî nebin û pergala perwerdeyê ne pergala olî be.    * Divê Wezareta Karên Diyanetê dev ji hewldanên xwe yên domînekirina tevahiya civakê berde, di mijara pirsgirêkên me yên siyasî yên bingehîn de divê êdî li ser navê me neaxive û ji bo tesfiyekirina vê wezaretê gav bên avêtin.    * Divê çavkanî û kadroyên cemaweriyê li gorî rêgezên liyaqet, edalet û wekheviyê bên parvekirin û di serî de elewî, divê cihêkariyê neyînî ya li dijî hemû beşên din ên civakê bê bidawîkirin.    * Bila Madimak bibe muzeya şermê.    * Ji bo ku sûcên nefretê yên li dijî elewiyan bên teşhîrkirin û pêşîlêgirtina van sûcan hewceye tevdîrên pêwîst ên hiqûqî bên girtin.    * Divê bi qirkirin û komkujiyên li dijî elewiyan hatine kirin û sepanên pişaftinê re hevrû bibin.    * Divê dawî li hewldanên talan, wêran û desteserkirina deverên me yên pîroz û erdnîgariya me bînin.    * Êdî divê navên cihên elewiyan neyên guherandin û navên hatin guherandin jî dîsa lê werin vegerandin.    * Bila rojên ku di baweriya elewiyan de pîroz bibin rojên betlaneya fermî.    * Ji bo cihêkariya di qada cemaweriyê de bi dawî bibe, hewceya li ser bingeha hemwelatiya wekhev makeqanûneke nû were amadekirin û daxwazên xwe li vir dîsa radigihînin.”