Hunermendên Efrînê Komkujiya Parîsê şermezar kirin 2022-12-25 15:13:50     ŞEHBA - Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê li Hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û  bi daxuyaniyekê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir.   Hunermendên Efrînê  Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir û bang li hikumeta Fransayê kir ku li hember komkujiyên li dijî Kurdan erkên xwe bi cih bîne.   Endamê tevgerê Ciwan Hesen  daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin, faşîzmek dixwaze rewşenbîr, hunermend, jin û jiyana hevbeş ji holê rake û ji milekî din ve daxwaze destkefiyên Kurdan têk bibe.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armancgirtina kesayetên hunermend û welatparêz li navenda Ahmed Kaya ya çandê pirsnîşanekê derdixe holê, ku AKP ji peyam û erkmeniyên çandî û hunerî bi tirs e.   Tevgera Çand û Hunerê bang li hunermendan kir ku asta xebatên xwe yên hunerî xurt bikin û bi tundî komkujiya duyemîn şermezar dikin. Her wiha soza bilindkirina asta xebata hunerî da.