Komkujiya Parîsê li Torontoyê hat şermezarkirin 2022-12-25 15:10:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê, komkujiya ku li Parîsê li dijî Kurdan pêk hat şermezar kirin. Di çalakiyê de hat gotin Firansayê jî berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina kurdên hatin qetilkirin, negirtiye.    Di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Komkujiya Parîsê li bajarê Torontoyê hate şermezar kirin.   Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, wêneyên Kurdên hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.   Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Kanadayê li ber Plazaya ku Konsolosxaneya Fransayê ye hatin gel hev û tevî şert û mercên nebaş ên hewayê çalakiya xwe 2 saetan dewam kirin.   Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê de bi Îngîlîzî û Kurdî hat dayîn de ev tişt hate gotin, "Eşkere ye ku êrîşa dawî ya li Parîsê dîsa ji Enqereyê hatiye organîzekirin. Em nikarin vê êrîşê weke êrîşeke asayî binirxînin. Eşkere ye ku versiyoneke din a sûîqestê ya beriya 10 salan ku di sala 2013'an de li Parîsê pêk hatiye, dubare kiriye.   Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li gorî agahiyên ku di lêpirsîna kuştina sê şoreşgerên jin ên di 9’ê Çileya 2013’an de û hewldana sûîqestê ya li dijî rêveberên Kurd ên li Belçîkayê hatin eşkerekirin, kî tetîkê bikişîne bila bikişîne diyar e ku hêz li pişt Enqerê ye.   Serdozgeriyê beriya niha jî ragihandibû ku ev êrîş ji xwe êrîşeke nijadperestî ye, lê em vê yekê qebûl nakin. Eger rewş wisa be jî, gumana me nîne ku Tirkiye kujer birêxistin kiriye. Divê dozger raya giştî nexapîne. Fransa bi negirtina tedbîrên pêwîst ji vê êrîşê berpirsyar e.   Divê gelê Kurd û dostên wan li hemberî van êrîşan bibin yek û bang li hikûmeta Fransayê bikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê dewleta Tirk ji ber sûcên kiriye hesab bide û bê darizandin.   Em ji Hikûmeta Fransa, Hikûmeta Kanada û çapemeniya Kanadayê dixwazin, ku ji bo dawî li komkujî û êrîşên li hemberî Kurdan bê anîn, dengê Kurdan bibihîzin."   Bi sedan belavokên bi zimanê îngilîzî yên amadekirî ji bo agahdarkirinê li welatiyên Kanadiyê hatin belavkirin.   Kurdistaniyên ku diyar kirin ku weke Kurdên li Torontoyê dijîn heta ev komkujî bê ronîkirin wê li qadan bin, wêneyên her sê Kurdên di komkujiyê de şehîd bûn hilgirtin.    Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedana şoreşger", "Bijî berxwedana gelê Kurd", " Turkey out of Kurdistan", "Jin jiyan azadî" û " Turkey stop killing Kurd" hatin berzkirin.