ILPS: Em bi gelê Kurd re ne 2022-12-25 13:47:26     NAVENDA NÛÇEYAN - ILPS-Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku di êrîşa 23'yê Kanûnê de ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û du kargehên Kurdan 3 aktîvîstên Kurd hatin qetilkirin, sê jî birîndar bûn û got, "Çend roj beriya êrîşê, civaka Kurd ji ber zêdebûna gefên lê dihate xwarin, alîkarî ji polîsan xwest."   Yekîtiya Têkoşînê ya Gelan a Navneteweyî (ILPS) ku rêxistineke demokratîk û antî emperyalîst e, her wiha rêxistinên endamên wê yên li Ewropayê têkildarî komkujiya li Parîsê daxwaza 'edaletê' kir.   ILPS-Ewropayê bi bîr xist ku êrîş di salvegera 10'emîn a qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd de pêk hat û nerazîbûn nîşanî helwesta rayedarên Fransayê da ku têkildarî komkujiya dawî pênaseya "êrîşa terorîstî" red dikin.   ILPS-Ewropayê got, "Hikumeta Fransayê nîşan da ku ew li hemberî civaka Kurd a li Parîsê xemsar e û 'fikrê terorê' têkildarî vê êrîşê tavilê red kir."   ILPS-Ewropayê bi bîr xist ku beriya vê êrîşê, dewleta tirk ji meha Nîsanê ve li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava êrîşan dike û got, "Em bi gelê Kurd re ne."   ILPS-Ewropayê 'hewldanên kêm ên bicihanîna edaletê' yên hikumeta Fransayê şermezar kir.