PENa Kurd: Bila rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin 2022-12-25 09:53:23     NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd derbarê Komkujiya Parîsê de diyar kir ku divê demildest rayedar êrişa li Parîsê ya li ser kurdan ronî be û got:"Heke ku komkujiya 9’ê Çileya 2013'an bi awayekî berfireh bikola û berpirsên esasî destnîşan, deşîfre û ceza bikira, îro dê ev bûyera ku em wek qetilxwîneke parçeyek ji qirkirina Kurdan dibînin dê pêk nehata."   Di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Têkildarî Komkujiya Parîsê de PENa Kurd daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:" Wek Navenda PENa Kurd em ê li hemberî bûyerên bi vî rengî her û her di nava liv û tevgerê de bin û li ku derê dibe bila bibe, ji bo parastin û pêşvebirina mafên gelê Kurd di nava têkoşîn û xebatê de bin."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Ji çapemenî û raya giştî re   Me bi xemgînî bihîst ku di 23.12.2022’yan de, li Parîsa Fransayê, li dijî Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. Wek Navenda PENa Kurd, em vê êrîşa terorî bi tundî şermezar dikin. Di serî de ji malbat û hezkiriyên cangoriyan re, em ji tevahiya gelê Kurd re sebrê û sersaxiyê; ji bo kesên birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin.   Ligel ku piştî vê êrîşa hovane bi demeke kin gelê Kurd ê li çar aliyê cîhanê bertekeke xurt nîşan da û berpirsên esasî yên vê bûyerê bi yekdengî destnîşan kirin jî, rayedarên Fransayê bi israr dixwazin vê yekê wek bûyereke adlî ya takekesî destnîşan bikin. Ev yek û êrîşên dijwar ên hêzên ewlehiyê yên Fransayê yên li ser Kurdên ku nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê nîşan didin me dixin nava gumanan. Divê bê zanîn ku kiryarê vê bûyerê kî dibe bila bibe, hişmendiyeke nîjadperest a ku li çar aliyên cîhanê dijminatiya Kurdan dike, wan wek hedef nîşan dide û polîtîkayên rayedaran ên ku li hemberî van kirinên aşkere bêdeng dimînin, dikin ku bûyerên bi vî rengî pêk bên.   Fransaya ku xwe wek yek ji dayikên afrîner ên mafên mirovan, azadiya ramanê, demokrasî, hiqûq û siyasetê dibîne divê li xwe mikur were ku bi bêencamhiştina bûyera 9’ê Çileya 2013'an derî ji bûyerên bi vî rengî re vekirî hiştiye. Heke ku komkujiya 9’ê Çileya 2013'an bi awayekî berfireh bikola û berpirsên esasî destnîşan, deşîfre û ceza bikira, îro dê ev bûyera ku em wek qetilxwîneke parçeyek ji qirkirina Kurdan dibînin dê pêk nehata.   Ji lewre, wek Navenda PENa Kurd, em daxwaz dikin ku rayedarên Fransayê vê qetilxwînê bi her awayî û demildest ronî bikin, raya giştî bi awayekî zelal agahdar bikin, berpirsên esasî destnîşan û ceza bikin da ku rê li tevahiya bûyerên bi vî rengî yên ku tê xwestin li tevahiya Ewropayê çêbibin, bê girtin. Wek Navenda PENa Kurd em ê li hemberî bûyerên bi vî rengî her û her di nava liv û tevgerê de bin û li ku derê dibe bila bibe, ji bo parastin û pêşvebirina mafên gelê Kurd di nava têkoşîn û xebatê de bin.   Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd"