Biryara binçavkirinê ya tetîkêşê komkujiya Parîsê hat rakirin! 2022-12-25 09:18:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara binçavkirinê ya derbarê William M. yê li Parîsê 3 kurd qetil kir de bi hinceta "rewşa tendirustiyê" hat rakirin.    Di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina komkujiyê kurd û dostên wan ên li Ewropayê, li welatên Ewropayê dadikevin qadan. Biryara binçavkirinê ya derbarê William M. yê li Parîsê 3 kurd qetil kir de bi hinceta "rewşa tendirustiyê" hat rakirin.    Dozgeriya Parîsê diyar kir ku kujer rakirine Nexweşxaneya Psîkîyatriyê ya Muduriyeta Emniyeta Parîsê.    Dozgeriyê diyar kir ku lêpirsîn didome. Heman dozgeriyê di lêpirsîna tê kirin de got di vê lêpirsînê de "nîjadperestî" esas tê girtin. Bi îfadeyeke dinê ji ber sûcê "cinayetên nîjadperestî û teşebusa cinayetan" "wekî bûyereke edlî" lêpirsîn hat destpêkirin.