Zubeyde Zumrut: Komkujiya Parîsê plankirî ye 2022-12-25 09:06:30     ENQERE - Hevseroka KON MED'ê Zubeyde Zumrut êrîşa çekdarî ya li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê nirxand û got êrîş plankirî ye û berdewamiya êrîşa li hember sê siyasetmedarên Kurd ên di 9’ê Çileyê 2013’an de hatiye qetilkirinê ye. Zubeydeyê got divê komkujiya Fransayê bê ronîkirin.   Roja înê li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara (Evîn Goyî), ji tevgera çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Der barê êrîşê de kesek hat girtin. Piştî vê komkujiyê Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û gotin ji ber kujerên komkujiya sê siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê di 9’ê Çileyê ya 2013’an de derneketiye holê komkujiyên nû pêk tên.   Sara, Rojbîn, Ronahî…   Di 9’ê Çileyê ya 2013’an de di komkujiya li Buroya Enformasyona Kurdistan a Parîsê ya Fransayê pêk hat, yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û ji ser bûyerê  10 sal der bas bû. Lê di lêpirsîna hat destpêkirin de tu pêşketin çênebû. Kujer Omer Guney ê 8 roj piştî bûyerê hat girtin, derket holê ku têkiliya wî bi MÎT’ê re heye. Tirkiyeyê hemû îdia înkar kir û serlêdanên der barê têkiliyên Omer Guney de jî red kir. Piştî mirina biguman a kujer Omer Guney, doz jî ket.   Îtîrafên elemanên MÎT’ê   Di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê PKK’ê operasyonek pêk anî û berpirsên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney hatin girtin û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) cih dan îtîrafên wan.   Li ser îtîrafên endamên MÎT’ê û derketina agahiyên nû ji nû ve lêpirsîn hat destpêkirin. Lê Firansayê biryara veşartinê derbarê lêpirsînê de, da.   Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON MED) Zubeyde Zumrut der barê komkujiya duyem a li Parîsê de nirxandin kir.   ‘Berpirs Tirkiye ye’   Zubeydeyê da zanîn ku êrîşa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ne tesaduf e û got ji ber gumanbarên sê siyasetmedarên Kurd nehatin dîtin û dosya bi lez û bez hat girtin ev komkujî pêk hatiye û ev berdewamiya wê ye.  Zubeydeyê ev tişt anî ziman: “ 10’emîn salvegera komkujiya 9’ê Çile nêz dibe. Li Kurdistan û Ewropayê amadekariyên cidî yên bibîranînê hene. Lê komkujiyek wisa pêk hat û ev ne tesaduf e. Ger ku ew komkujî bihata ronîkirin wê îro me yê sê hevalên xwe winda nekiriba. Berpirsê vê  Tirkiye û Firansa ye.”   ‘Em bêdengiya hikûmeta Fransayê qebûl nakin’   Zubeydeyê  daxuyakirin ku sedema neronîkirina komkujiya 9’ê Çileyê, ev bû ku ji komkujiyên din re zemîn bê amadekirin û  ev tişt bi lêv kir: “Kurdên li Ewropayê bertekên cidî nîşan didin. Hêrsa wan gelek mezin e. Ger ku hikûmeta Fransayê naxwaze bibe hevkarê vê komkujiyê û komkujiya 9’ê Çileyê ya 2013’an divê demildest kujerên komkujiyê derxe holê. Der barê dosyaya Sakîneyê de bi dehan carî serlêdan hat kirin û tu bersivek nehat dayîn. Yek gavek nehat avêtin. Li gorî me kujer Omer Guney li girtîgehê nemiriye. Ya wan bixwe kuşt yan jî hîna diparêzin. Em vê hevkariya wan qebûl nakin. Ev komkujî jî komkujiyek plankirî û bi zanebûn hatiye kirin e. Berpirsê wê dewleta tirk e. Ev ne palenek nû ye. Ev berdewamiya komkujiya 9’ê Çileyê ye.”