TJA'yê bertek nîşanî tecrîd û qetlîamê da 2022-12-24 17:34:29     STENBOL - Di hevdîtina jinan a ji aliyê TJA’yê ve bi dirûşma “Bi jinên rêxistinbûyî re ber bi azadiyê ve” pêk hat de, girîngiya rêxistinbûnê ya li dijî êrîşan hate destnîşankirin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bertek nîşanî qetlîama li Parîsê hat dayîn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bagcilarê bi dirûşma “Bi jinên rêxistinbûyî re ber bi azadiyê ve” hevdîtin pêka anî. Tevî aktîvîstên TJA'yê, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinan a Dema Jinê û gelek jin tevli hevdîtinê bûn.    Li ser navê TJA'yê Eylem Saruca mafê axaftinê girt û got ku ew ê bi rêxistina xwe pêvajoya dijwar bi ser bixin. Di çalakiyê de operasyona qirkirina siyasî ya duh li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û komkujiya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat hate bibîranîn û hate destnîşankirin ku ev êrîş careke din girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî radixe ber çavan. Eylemê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, jin wê tecrîdê bişkînin. Eylemê got, “Em jin yek ji baskên herî çalak ên vê rêxistinê ne. Pêwîste em jin di vê pêvajoyê de hîn bêhtir bi rêxistinî têbikoşin. Em civakek in ku bi îdiaya ku em ê civakê biguherînin derketine pêş. Abdullah Ocalan dibêje bêyî azadiya jinê civak azad nabe. Me bi vê dest bi têkoşînê kiriye.    Hevdîtin piştre bi axafitna parlamentera Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît berdewam kir.Gulîstanê bal kişand ser girîngiya tevgera jinên Kurd û destnîşan kir ku di hilbijartinên 2023'an de jin wê bi zîhniyeta zilam re têbikoşin.   Herî dawî Gulîstan diyar kir ku ew ê li dijî tecrîda Îmraliyê bisekinin û ji bo di hilbijartinên pêş me de desthilatdariya AKP-MHP’ê bişînin wê bi şev û roj bixebitin û wiha got: “Ya kurd dê sedsaleke din kole bimînin, ya jî kurd dê sedsala xwe ava bikin û azad bibin. Em ji bo azadiya xwe dest bi seferberiyê dikin."   Hevdîtin bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.