Komkujiya parîsê hat şermezarkirin 2022-12-24 17:06:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran bi daxuyaniyên hatin bibîranîn, bang li hikûmeta Fransayê hate kirin ku di zûtirîn dem de berpirsyarên komkujiyê bên eşkerekirin.   Di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê, Emîne (Evîn) Kara, hunermend Mehmet Şîrîn Aydin (Mîr Perwer) û pêşengên tevgera jinên Kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Li gelek bajaran li hemberî komkujiyê bertek hatin nîşandan.   Colemerg   Li Colemêrgê bi daxuyaniyekê komkujî hat şermezarkirin. Parlamenter  Saît Dede, nûnerên OHD'ê ya Colemêrgê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya Colemêrgê bûn.   Saît Dede di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku polîtîkayên qetlîamê yên bi sedsalan li ser gelê Kurd tên meşandin û destnîşan kir, ku ji duh li parîsê heman paln hat dûbarekirin.  li Parîsê hatin kirin,  Lê gelê kurd li hemberî tu êrîşan serî netewan d wê li hemberî vê jî netewîne."    Daxuyanî bi dirûşma tundî me bêzar nake bi dawî bû.    wan   Xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Aryen a li Wanê jî bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê şermezar kirin. Gelek sazî û xebatkarên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniya li ber Navenda Çandê bûn.   Muzîkjenê Navenda Çand û Hunerê ya Aryen Baran Sari li vir daxuyanî da û bang li hikûmeta Fransayê kir ku kiryaran eşkere bike. Baran anî ziman ku hêzên tarî dixwazin hebûna gelên azad tine bikin û got, “Bi vê êrîşê re careke din tê fêmkirin ku hêzên tarî hebûn û çanda Kurdan hedef digirin. Kurd li her derê cîhanê bi ziman, çand û rengê xwe li dijî faşîzmê têdikoşin. Em weke saziyên çanda Kurd vê êrîşê şermezar dikin û ji dewleta Fransayê dixwazin ku hemû detayên vê êrîşê bi raya giştî re parve bike. Li hemberî vê qetlîamê bêdeng mayîn tê wateya erêkirina komkujiyê. Em dixwazin hemû gelên xwedî wijdan li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin."   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de strana Mîr Perwer ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, hate gotin.   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.   Êlih   Li Êlihê jî Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li ber avahiya xwe qetlîama li Parîsê şermezar kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Huseyîn Kaçmaz, Remziye Tosun, Mehmet Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Çanda Biharê, ARÎ-DER, Hevşaredarên Êlihê yên qeyûm tayînî şûna wan hatiye krin, rêveberên HDP, DBP û gelek kes tev li bûn.    Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca qetlîamê şermezar kir û got: “Heke qetilkirina 3 jinên kurd a 10 sal berê bihata ronîkirin, wê îro ev qetlîam pêk nehata. Qetlîama ji aliyê Omer Guney di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat nehat ronîkirin. Heke di destê wî de agahiyên MÎT’ê dane wî nebûna nikaribû qetlîamê pêk bîne. Îro li her derî li dijî kurdan suikast tên kirin. Li Rojava, li Silêmaniyê kurdan dikin hedef. Îktidara AKP-MHP’ê ji bo her tiştî daxuyanî dide, hê ji bo vê qetlîam3e daxuyanî nedaye. Ji bo sê welatiyên kurd çima daxuyanî nade? Nexwê rijandina xwîna kurdan we kêfxweş dike. Lewma divê bi hemû awayî qetlîam were ronîkirin. Çi li dinyayê diqewime, kurd dibin hedef û bazar. Kurd bêdeng nebûn û wê ji niha şûn ve jî nebin. Ji ronîkirina qetlîamê hikûmeta Fransayê berprisiyar e.”   Hatay    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îksenderûnê jî li ber avahiya xwe operasyona li dijî DBP’ê û Qetlîama Parîsê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn daxuyanî da û got her ku îktidar têk diçe êrişî kurdan dike û divê êriş û qetlîamên li dijî kurdan bi dawî bibin.