Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2022-12-24 16:47:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin kirin û di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş giran e û divê demildest bên berdan.   Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 433’yemîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê çalakiya xwe heftane li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Însiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Gurban ê li Girtîgeha Eregliya Konyayê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Rêvebera navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da.    Çevîrmen bi bîr xist ku Gurban ji sala 1996’yan ve girtî ye û ji ber nexweşiyên wî gelek in nikare pêdiviyên xwe rojane bi cih bîne û rîska penceşêra mîdeyê pê re heye. Çevîrmen destnîşan kir ku li gel ku raporên nexweşiyên wî hene jî tedawiya wî nayê kirin, dema dibin nexweşxaneyê bi kelepçekirî wî sewqî nexweşxaneyê dikin. Çevîrmen anî ziman ku li gel raporên wî hene jî nayê berdan û xwest Saziya Tiba Edlî cezayê Gurban taloq bike û tavilê were berdan.    Stenbol   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 561’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz ê ji sedî 90 astengdar e û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Endama Komîsyonê Gulendam Ozdemîr daxuyanî xwend.   Gulendam bal kişand ser rewşa Şaban Kaygusuz û diyar kir ku li gel ku Kaygusuz ji sedî 90 astengdar e nayê berdan û mil û linge wî yê rastê tune ne û ew bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne. Ozdemîr anî ziman ku malbata Kaygusuz dibêje ku lawê wan bi muameleya nebaş re rûbirû dimîne û her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe. Ozdemîr xwest ku rewşa Kaygusuz a astengdar li ber çavan bê girtin û tavilê bê berdan.    Îzmîr   Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya ji du hefteya carek ku balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbank a berê ya li Konakê li dar xist. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî xwend. Aydin bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû (68) yê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T’yê tê ragirtin û 12 sal in girtî ye û li gel rapora wî ya nikare di girtîgehê de bimîne heye jî nayê berdan. Alî  xwest Nîsgavlîoglû tavilê were berdan.