Li dijî êrişa li Parîsê gelê Kobanê li qadan bûn 2022-12-24 16:39:18   KOBANÊ -Şêniyên kantona Kobanê li dijî komkujiya ku li paytexta Firansa pêk hat, meşeke girseyî li darxistin.   Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê û Tevgera Mezepotamiya ya Çand û Hûnerê li dijî komkujiya ku li Parîsê pêk hatî bi dirûşma "Careke din bi destê faşîzmê û hevkariyê li Parîsê komkujî dubare dibe" meşek li dar xistin. Di meşê de bi sedan welatiyên Kobanê ji pêkhateya Kurd û Ereb amedebûn. Di meşê de wêneyên Emîne Kara, Mîr Perwer, Abdullah Kizil, Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz û Fîdan Dogan hatin hilgirtin. Meşê bi dirûşmên "Bimre faşîzim" û "Bijî berxwedana Gelê Kurd" ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Aştî rawestiya.   Li vir endama buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî û got: "Duh dewleta tirik ya faşîst û mîtên wî careke din Çand û Hunere kurdî sê hevalê me hedef girtin li Çand û Hunera Ahmed Kaya ya ku hunermendekî kurd bû  ji bo ku çanda kurdan tune bikin û bi taybet jina kurd ya ku dewleta tirk jê ditirse, ji ber ku azadiya welatekî bi destê jina azade. Ev ne cara yekeme ku jin tê hedefkirine di Parêsê de Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Lê divê hukumeta Fransa xwedî helwest bin û xwe bê deng nekin."   Meş bi slogana "Şehîd namirin" bi dawî bû.