Berxwedana li Rojhilat û Îranê dewam dike 2022-12-24 15:02:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berxwedana gel berdewam dike û li aliyekî jî gel daxwazên xwe tîne ziman.   Berxwedana gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê ya piştî qetilkirina jina kurd Jîna Amînî ku dest pê kir bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dewam dike.  Berxwedan 4 meh in berdewam dike û gel daxwazên xwe yên ji bo jiyaneke demokratîk û azad di çalakiyan de tîne ziman.    Hem li Rojhilat  û hem jî li Îranê binpêkirinên mafan ên li dijî çalakgeran jî roj bi roj zêde dibin. Li dijî çalakvanan guleyên rastyeqîn tên bikaranîn û derbarê bi hezaran kesên ku tên binçavkirin de jî biryara girtinê tê dayîn. Ji van kesên ku derbarê wan de biryara girtinê tê dayîn yek jê jî Barî Aghaî ya ku li Tahranê li dibistanekê erkdar ku di heman demê de jî hesabgir e.    Ji bo Barî Aghaî 12 sal cezayê girtîgehê   Li gorî nûçeya ku di NuJINHA'yê de cih girt, Barî, di 16'ê Cotmehê de hatiye binaçavkirin û gotin  û derbarê wê de bi îdaya "sorkirina li gendeliyê"  8 sal û bi îdaya "li dijî ewlekariyê peymana veşarî kiriye" jî 4 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn. Derbarê Barî ya ku bi giştî 12 sal cezayê hepsê lê aht birîn de herwiha qedexeya bikaranîna medya dijîtal û derketina dervê welatê jî anîn. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Barî piştî girtîmayîna xwe ya mehekê di 15'ê kanûnê de bi kefaletê serbest hat berdan.   Şeqaiq Xademî bi 16 sal cezayê hepsê hat mehkûmkirin   Şeqaîq Xademî ya 23 salî ku di 22'ê Îlonê de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin jî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve 16 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat hînbûn ku birayên Şeqaîq Xademî xwestine parêzer bigirin lê destûr nehatiye dayîn.   Şegaeq ji Girtîgeha Êvînê ya ku lê mabû sirgûnî Girtîgeha Karçakê hat kirin.   Ji aliyê din ve xwendekarên zanîngeha Kurdistanê yên ku li bajarê Sine neçûn dersê, li dijî rejîma Îranê nerazîbûn nîşan dan û dirûşm berz kirin. Piraniya xwendekarên zanîngeha Kurdistanê li Sine, daxwaza bêîteatiya sivîl dikin, ku destpêka guhertinên di civakê de tê binavkirin, dixwazin bêyî zorî û zextan, serxwebûna akademîk û guhertina rejîmê xwe li zanîngehê qeyd bikin.   Xwendekar û mamoste kom dibin   Xwendekara zanîngeha Kurdistanê M.N. Derbarê girtina xwendekarên xwe de nirxandin kir û got, “Di nava zanîngehê de zexteke pir cidî heye. Li Kirmaşan, Îlam û bajarên din girtin. Îstîxbarata Îranê jî mamosteyekî zanîngeha Sine girt. Xwendekar her roj li ber avahiya navendî kom dibin û daxwaza berdana mamoste û xwendekarên girtî dikin."    Gelek xwendekar birîndar bûn   Rektorê zanîngehê Dr. M.N., da zanîn ku xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê ji bo şermezarkirina ji kar avêtina Sadeqî li hev civiyan û got, “Bi hinceta nerazîbûna xwendekaran, polîs û asayîşê gule li zanîngehê reşandin. Gelek xwendekar birîndar bûn û xwendekarekî doktorayê jî çavê wî kor bû. Lê em ê li dijî dîktatoriyê serî netewînin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."