Ji Mexmûrê berteka li hemberî êrişa Parîsê: Em ê li ber xwe bidin 2022-12-24 14:13:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Qetilkirina Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdullah Kizil, li Mexmûrê hat şermezar kirin. Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Bûdak, diyar kir ku Emîne (Evîn) evîndara welat bû, evîndara heqîqetê bû, evîndara rastiya azadiya jinê bû. Birayê Emîneyê Îsmaîl Kara jî got: "Em ê têkoşîna wan dewambikin.”   Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Di encama êrişê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Bûdak axivî.   Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de tevahî pakrewanên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Rêheval Evîn 33 salên tîjî têkoşîn û berxwedan li her buhustek axa Kurdistanê geriya. Mirov dikare bêje heval Evîn li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya YPJ’ê de têkoşîna ku li himberî çeteyên DAIŞ’ê dayî meşandin de xwedî ked, rûmet û jiyanek bi rumet derketiye. Heval Evîn, evîndara welat bû, evîndara heqîqetê bû, evîndara rastiya azadiya jin bû. Jixwe encex mirov dema bibe evîndarê doza xwe bikaribe jiyan bike. Heval Evîn wekî navê xwe bû, bi evîn ev kar dikir, bi eşq û heskirin têkoşîn dikir. Fedayîtî û fedayîbûn bi zanebûn ketina ser rêya têkoşîn û azadiyê encex dikare weke rêheval Evîn be.”   Fîlîz, diyarkirin ev reşkûjiyên ku îro tên pêkanîn û bi taybet hedefgirtina tevgera jin û pêşengên wê tirsa tevahî sîstemên desthilatdar û emperyal ku li seranserî cîhanê dixwazin jiyanê têk bidin, dixwazin Kurdan tine bikin û wiha axivî: "Dixwazin jinên ku îro li kolanan ji bo azadiya mirovahiyê rabûne ser lingan têkoşîna wan têkbibin. Ew jî baş di zanin yên ku pêşengtiyê ji vê tevgerê re dikin jinên kurd û Kurdistanî ne. Em sozdarên rêya wan in ji ber wê em dibêjin serê Serokatiya me saxbe, serê kurdê ku di rêya têkoşîna azadiyê de li ber xwe dide saxbe bi taybet serê malbata hêja û serê tevgera azadiya Jin saxbe.”   Li ser navê malbatê birayê Şehîd Evîn, Îsmaîl Kara jî wiha axivî: "Hemû hewldanên me, em ê ji bo van şehîdan li ser piyan bin. Em ê têkoşîna wan dewambikin û ji bo armancên pêk bê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Du caran li Parîsê bêbextî dijî kurdan dikin, em wan şermezar dikin. Em ê heya dawî ji bo van armancên têbikoşin.”   Merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.