Konferansa Meclîsa Ciwanan: Encam dê serkeftin be 2022-12-24 13:28:58   AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî re, ber bi pêşerojeke azad ve" 3’yemîn konferansa xwe li Amedê lidarxist. Di konferansê de Berdevka meclîsê Dêrsim Dag axivî û got: "Em ê jî Dîasporayê heya Başûr û heya vir, ji girtîgehan heya qadan têkoşîna xwe berdewam bikin. Çi dibe bila bibe encam dê serkeftin be."   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Bi ciwanên rêxistinkirî re, ber bi pêşerojeke azad ve" konferansa xwe ya 3'yemîn li Salona Konferansê ya Kaplan Sitî a navçeya Yenîşehîra Amedê pêk anîn. Ji bajarên bakurê Kurdistanê ciwan, hevserokên HDP’ê yên bajarê Amedê Gulîstan Atasoy, Zeyad Ceylan, parlementerê Wanê yê HDP’ê Murat Sarisaç û Berdevka Meclîsa Ciwanan parlementer Dêrsim Dag beşdarî konferansê bûn. Piştî lêgerîna polîsan, ciwan ketin salona konferansê û di dema lêgerînê de zarokek 16 salî hate binçavkirin.    Li Salona konferansê li gel wêneyên Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz û Jîna Amînî pankartên li ser "Em ê bi jîna rêxistinkirî re, serkeftinê biafirînin", "Bi zanîngehên rêveberiya xweser re, civaka demokratîk",  "Ciwan bi têkoşîna xwe li hemberî îxanetê ser dikeve" hatine nivîsîn hatin daliqandin. Ciwanan li gel axaftinan dem dem bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedayîyên Rêber Apo ne" berz kirin.   'Êrişê destkeftiyan dikin'   Dêrsim Dag bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Îqtîdara AKP - MHP'ê bi eşkerahî êrişî siyaseta demokratîk ya kurdan dike. Her çiqasî îro êrişî parlementerên kurdan werin kirin, werin girtin yan jî parlementeriya wan were daxistin jî bila baş were zanîn ku kurd li vîna xwe û siyaseta demokratîk derdikevin. Ji ber vê sedemê ye em bi îsrar in. Li ku derê ciwanên kurd xwebirexistin dikin li wir êrişeke mezin heye û êrişên li ser destkeftîyên wan pêk tên. Zanîngehên ku bûne hola ciwanan mixabin herî zêde jî zext lê zêde ne. Ji ber qu îqtidara heyî dixwaze ciwanan li gorî xwe biafirînin. Lewra hertim zanîneh bûne lûtkeya serhildanê. Bila baş were zanîn wê têkoşîna me li van qadan berdewam ji bike."   'Çi dibe bila bibe encam dê serkeftin be'   Dêrsim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser qetlîama Parîsê û got: "Li Parîsê 3 rêhevalên me hatin qetilkirin. Em rêhevalên xwe ji vir bibîrtînin û em soz didin wan; Em ê aştî û azadiyê bînin vî welatî. Em ê jî Dîasporayê heya Başûr û heya vir, ji girtîgehan heya qadan têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Çawa ku li her deverê tecrîd heye wê têkoşîn jî li ber deverî pêk bê. Çawa ku li Îmralîyê tecrîd dest pê kir têkoşî jî mezin bû. Em cardin soz didin ku em ê di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de Gelê Kurd azad bikin. Çi dibe bila bibe wê encam serkeftî be."    'Ciwan li her derê li ber xwe didin'   Parlementerê HDP' ê yê Wanê Murat Sarisaç jî di destpêka axaftina xwe de dîyar kir ku tije bûna salonê nîşaneya mezinbûna têkoşînê ye. Murat wiha berdewam kir: "Li vê salonê peyamek tenê heye ji bo heval û dijminan. Ev peyam jî me jî me ciwan dest pê kir em ê ciwan biqedînin e. Niha hemû sîstem herî zêde ji hebûna ciwanan ditirse. Bi taybetî jî hêza ciwanan ya guherîn û pêşveçûnê tirsa sîstema kapîtalîst e. Ji Bogazîçî heya Kobanê ji wan ciwanan ditirsin. Ji ber vê herî zêde êrişî vê qadê dike û dixwaze bihêle di bin rêveberiya xwe de. Ji ber vê jî hemû rêbazên hovane bêyî ku pişve biçe dixe meriyetê. Ciwan van polîtîkayan erê nake. Beriya niha jî gelek hewildanên wan pêkhatin lê bi serneketin. Ciwan li her deverê li ber xwe didin. "   Konferansa Meclîsa Ciwanan a HDP'ê piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.