Înîsiyatîfa Jinan: Ji jinên azad ditirsin 2022-12-24 12:34:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Jin, Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin, bi daxuyaniyeke êrişa li Parîsê şermezar kir û got: "Çawa berî deh salan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez rastî êrişeke hovane hatin, îro jina têkoşer Emîne Kara bû hedef, ev bêheziya dijmin dide diyarkirin ku ji jina azad ditirse."   Yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil, duh di êrişa li Parîsê de hatin qetilkirin. Înîsiyatîfa Jin, Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin, derbarê mijarê de daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "   “Carek din Fransa dibe şahidê xwînrijandina kurdan ser xaka xwe, di vî cihê ku 3 jinên têkoşer beriya  10 salan hatin hedefgirtin ku heya niha rastiya wê êrişê nehatiye zelalkirin heya roja îro ku em bûn şahidê hedefgirtina kesayetên civakî û siyasî ku li Navenda Çandê ya Kurdî ya li Parîsê kombubun ji aliyê zilamekî şêst û neh saliye tê idîa kirin ku kujerekî berê ye, êrişêke hovane ser kesên ku li navnda çandê ya bi navê Ahmed Kaya kombibûn kir di encamê wê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndarbûn ji wan 2 kes rewşa wan girane.   Di vê êrişê de dîsa vîna jina azad hate hedefgirin çawa berî deh salan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez rastî êrişeke hovane hatin, îro jina têkoşer Emîne Kara bû hedef, ev bêheziya dijmin dide diyarkirin ku ji jina azad ditirse û dixwaze di şexsê wê de doza Gelê Kurd biçewisîne.   Ev rewş hêrsa Gelê Kurd û dostên wê li himberî vê êrişa hovane derxist pêş lê di dema ku diviyabû polîsê dewleta Fransa bi rengekî aştiyane tevbigeriyana bombeya gazê avêtin ser kesên sivîl ev hişt ku rewş aloztir bibe û helwesta şermezarkirina Gelê Kurd li Ewropa û cîhanê belav bibe.   Sûcekî wiha di vê dema ku dewleta Fransa piştgiriya xwe ji bo Gelê Kurd dide diyarkirin ne tesaduf e, careke din dewleta Tirk û serokê wê Erdogan sûcdar tên dîtin ku her tim dijminiya Gelê Kurd dike, ji ber hedef ji vê êrişê dîsa kurd bûn.   Em wek jinên kurd di Însiyatîfa Jin, Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin sersaxiyê ji malbatên şehîdan û şifayê ji birîndaran re dixwazin û bang li hemû gelê xwe dikin ku yekrêziya xwe xurt bikin li hemberî êrişên ku qirkirina gelê Kurd dikin armanc.   Em bang li dewleta Fransa dikin ku lêpirsînek cidî bike di astekê bilind de û encamên wê bi raya giştî re parve bike û sûcdarê vê êrişê û kesên li dû wê bêne darizandin û daxwaza me ji Yekitiya Ewropayê ew e ku ambargoya aborî ser dewleta Tirk ferz bikin ku destê wê di vî sûcî de hebe.”