Rêxistinên Kurdistanî: Em ê hesabê vê qetlîamê bipirsin 2022-12-24 10:10:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiya li Parîsê ji hêla gelek sazî û dezgehên kurdan ve hatin şermezarkirin û bang li hikumeta Fransayê hat kirin ku lêpirsînekê bidin destpêkirin. Her wiha banga li dar xistina çalakiyan hatin kirin.    Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn), ji hunermendê kurd Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirin û êrişan de kurdên li Ewropayê dijîn û dostên kurdan daketin qadan çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Her wiha sazî û dezgehên kurdistaniyan jî bi daxuyaniyan nerazîbûnên xwe anîn ziman û bang li hikûmeta Fransayê kirin.    'Em ê li dijî dijminên mirovahiyê têbikoşin'    Yekîtiya Jinên Elewî yên Ewropayê (AABK): Av raza, kevir raza, çûk raza, lê nijadperestî û faşîzm ranezane. 3 kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar hene. Divê em mil bi mil li dijî kujer, nîjadperest û dijminên mirovahiyê têbikoşin.   'Em bang li hunermandan dikin'   Tevgera Çanda Jinên Kevana Zerîn: Li gorî me, cînayetên kiryarên wê diyar in, piştî 10 salan li heman cihî û bi heman rêbazê hatine kirin. Bê guman ev ne tesaduf e. Êrişa Parîsê di salvegera êrişa Parîsê ya sala 2013’an de, pêk hat. Em bang li hemû hunermendan, bi taybetî jî bang li jinên hunermend dikin ku heta komkujiya li hemberî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ronî bibe, li qadan li ber xwe bidin."   'Em ê hesabê Evîn û hevalên xwe bipirsin'   TJK-E: Tevgera Jinên Kurd ku di şexsê Sakîneyan de di Qetlîama Parîsê armanc hat girtin, bi qetilkirina heval Evîn careke armanc hat girtin. Careke din gule berdan jinan û azadiyê û kurdan. Xwîna jinan careke din li Parîsê hat rijandin, careke din ser sûcên kujeran hat girtin. Jinên Kurd heta mirinê girêdayî azadiyê ne. Jinên Kurd ji Sakîne Cansiz hînê berxwedanê bûn. Em ê heta ku hesabê Evîn û hevalên xwe yên welatparêz ên din dipirsin, li qadan bin.   'Em bang li hikûmeta Fransayê dikin...'   Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK): Em bang li hikûmeta Fransa dikin ku demildest kesên êriş pêk anîn û hêza li paş êrişê aşkere bike û ji bo ewlekariya hevwelatiyên kurd tedbîran bigire. Di heman demê de em bang li hemû hikûmetên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) dikin ku helwestê li hemberî terorone yên dewleta Tirk nîşa bike û êrişan rawes tîne.   'Fransa berpisa vê komkujiyê ye'   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM): Hikumeta Fransa berpirsa vê komkujiyê ye ji ber ku kujerên komkujiya sala 2013`an eşkere nekirin. Ji wê zêdetir, ev hikumet destek û koordîneya bi dewleta Tirk a faşîst re zêde kir û di encamê de komkujiyeke din pêk hat. Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê seferber bin, têkoşînê mezin bikin, dakevin qadan û tev li xwepêşandanên aştiyane bibin da ku siyasetên komploger ên li dijî gelê me yê li bajarên Ewropayê eşkere bikin.   'Aliyê paş ên komkujiyê divê bên aşkerakirin'   Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD): Çawa dewleta Tirk li paş komkujiya li dijî 3 pêşengên jin bû, teqez berpirsa komkujiya îro li Parîsê rû daye. Ev komkujî, nirxên demokratîk û mirovî yên Fransayê dixe ceribandinê. Em bang li desthilata Fransî dikin ku lêpirsînekê çêke û aliyên li paş komkujiyê eşkere bike.   'Em bang li gelê xwe dikin'   Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD): Di serî de em bang li kurd û li hemû Elewî û kesên demokrat dikin ku dengê xwe bilind bikin û vê komkujiyê protesto bikin.   'Qetilkirin ne tesadufî ye'   Yekîtiya Karkerên Koçber ên Ewropayê (AGEB): Di salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de dîsa li Parîsê qetlîamek hate kirin. Rayedarên dewleta Fransa di daxuyaniyên xwe yên derbarê komkujiyê de bi israr naxwazin vê êrişê wekî êrişeke terorîstî pênase bikin û dixwazin êrişê bikin êrişek edlî. Dewleta Fransayê dema ku komkujiya li ser Sakîne Cansiz û rêhevalên wê vedişêre, dixwaze vê komkujiyê jî bi heman awayî veşêre. Ev êrîş di civîna ku di dema amadekariyên bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de pêk tê, îspata wê yekê ye ku bûyer ne tesaduf e.   'Divê Fransa bikeve nava helwldanan'   Partiya Îslamiya Kurdistanê (PIK): Di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de 3 Kurd hatin qetilkirin, 3 kes jî birîndar bûn. Dagirkerên ku li Kurdistanê qetlîaman dikin, gelê me yê mezlûm ên li dîasporayê dijîn jî dikujin. Em dixwazin dewleta Fransa û welatên din ên Ewropayê li dijî van qetlîamên li ser Gelê Kurd têkevin nav hewldanan. Em êrişa faşîstan a li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi tundî şermezar dikin.”   'Hedef jinên kurd û şoreşa wan e'   Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê AVEG-KON: Di salvegera êrişa 9 'ê Çileyê de ku hevrê Sakîne, Fîdan û Leyla hatin qetilkirin, ev êriş di çarçoveya konsepta nû ya êrişkariyê ya Qesrê de hate kirin. Êrişkar kî ye û ji ku derê ye, ne girîng e. Hedef jinên kurd, şoreşa wan e. Kiryar rejîma Qesrê ye, dîktatoriya mêtînger a bi pêşengiya Tayyîp Erdogan e ku şer mezin kir û qirkirin organîze kir. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî komkujiya Parîsê û pêla nû ya êrîş û dorpêçkirina rejîma Qesrê rabin ser piyan, li nemiran û birîndarên xwe xwedî derkevin û hesab ji wan bipirsin.     'Komkujiya Parîse berdewamiya qirkirina kurdan e'   Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK): Divê Kurd ji bo azadiya welat û gelê xwe rabin ser piyan û tekoşîna xwe pêş bixin. Dem dema têkoşîn û hevgirtinê ye. Em ê li dijî qirkeran bi ser bikevin. Dijminê gelê me bê qîmet û rûreş bûye. Ger em hemû bi hev re têbikoşin, têkçûna wan nêzik bûye.   'Em ê tola şehîdên xwe bi hunera şoreşê re rakin'   TEV-Çand Ewropa: Ji her sê hevalan yek jî hunermendê Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê Hozan Mir Perwer bû. Mîr Perwer, gelek salan li Bakurê Kurdistanê hunera şoreşê bi deng, awaz û bi tembûra xwe pêk anî. Em hunermendên Kurd soz didin, em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û tola wî bi hunera şoreşê re her tim bilind bikin.”