ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-24 09:00:00     *Polîtîkayên bişaftin û qirkirina çandî ya li dijî Gelê Kurd di sala 2022’an de jî bi hemû cûreyên xwe ji hêla desthîlatdariyê ve hat meşandin. Lê belê di sala 2022’an de rixmî hemû astengkirin û qedexekirin ziman çand û hunera kurd sekna Gelê Kurd a ji bo parastinê diyarker bû. PANORAMA   *Ji parêzerên ÎHD’a Êlihê Gulbahar Kaya da zanîn ku girtî di bin şert û mercên giran de tên girtîn û girtîgehên Tîpa Y  ku nû hatine vekirin tecrîdxane ne.   *Jinên Mêrdînê, bertek nîşanê operasyonên ku li dijî DBP’ê dan û gotin: "Kurd dê xwedî li partiya xwe derkevin. Bi van êrişan dixwazin qada siyasetê vala bikin. Ev operasyon li dijî hiqûqê û edaletê ye.” BI DÎMEN    *Siyasetmedarên jin bertek nîşanê zext û binçavkirinên li hember DBP’ê dan û gotin: “Yên li berxwe didin wê bi ser kevin. Yên zextan dikin wê winda bikin. Têkoşîna me jî wê bidome.”