Navên her sê welatiyên kurd ên hatin qetilkirin eşkere bû 2022-12-24 08:59:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Navên her sê welatiyên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bûn û navên wan Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil e.    Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku yên jiyana xwe ji dest dane yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn), ji hunermendê kurd Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdurrahman Kizil in.    Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç bi daxuyaniyekê nasnameyên kesên di erişa bi ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê de canê xwe ji dest dan eşkere kirin.   Daxuyanî li Parîsê hat dayîn. Yuksel Koç bi kirdî û Fatoş Goksungur jî bi tirkî daxuyaniyê xwendin. Hevserokan diyar kir ku kesên hatine qetilkirin Emîne Kara a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil in.