Li dijî êrişa li Parîsê dê dakevin qadan 2022-12-23 16:34:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê êrişa li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de KCDK-E daxuyaniyek da û bang li Gelê Kurd û dostên kurdan kir ku li dijî êrişê dakevin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin.   Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de 3 kes hatin qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûn. Derbarê mijarê de KCDK-E daxuyaniyek da û bang li gel kir.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Îro li paytexta Fransa Parîsê li dijî kurdan êrişeke hovane hate kirin. Ji ber vê êrişê em bi hêrs in. Di êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a li Parîsê de 2 kes şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.   Êrişkar kî be, ji aliyê kê ve hatibe birêvebirin jî divê dewleta Fransayê zanibe ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye birêvebirin û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Raya giştî ya cîhanê bila zanibe ku ev komkujî ji teşwîq û polîtîkayên dewleta Tirk ên rê li ber êrsş û komkujiyan vedike, cuda nîne.   Em bang li Gelê Kurd ê li Fransayê dikin ku li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li hev kom bibin. Em bang li Gelê Kurd û dostên wan ên li welatên din ên Ewropayê dikin ku li bajarên lê ne çalakiyan lidar bixin û komkujiyê şermezar bikin."