Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin 2022-12-23 14:35:47   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li paytexta Fransa Parîsê êrişek çekdarî li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat. Hate ragihandin, ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.   Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrişek çekdarî pêk hat. Li gorî nûçeya ANF'ê, li komeleyê  hin kes birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku li kargehên kurdan ên li derdora navendê ne jî gule hatine reşandin.   Li gorî medya Fransayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên polîsan, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûne.   Li gorî AFP'ê, çavkaniyeke polîsan ragihand ku êrişkar hatiye girtin, yekî derdora 60 salî ye. Şahidekî jî diyar kir ku 7 heta 8 caran gule li komeleyê hatiye reşandin.   Şaredarê Parîsê û Alîkarê Yekemîn li ser Twitterê ragihand ku li avahiya şaredariya 10'emîn a paytextê beşa lezgîn a medîko-psîkolojîk hatiye avakirin.   Dozgeriya Parîsê daxuyanî da BFMTV û got, "Têkildarî sûcên tundiyê yên girankirî, kuştina bi zanebûn, lêpirsîn hatiye destpêkirin." Dozgeriyê diyar kir ku kesekî 69 salî hatiye binçavkirin.