Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin 2022-12-23 14:12:15     ENQERE - Bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, parlamenterên HDP’ê li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û wiha bang li Wezareta Dadê kirin: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, demildest bi dawî bikin. Di serî de em bang li Wezareta Dadê dikin ku dest ji vî sûcî berdin.”   Çalakiya rûniştinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê Mûrat Çepnî, Kemal Bulbul, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr, Şevîn Coşkûn, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Erdal Aydemîr, Saît Dede, Celadet Gaydali û Mûazzez Orhan bi pankartên bi nivîsa “Bila hiqûq li Îmraliyê were pêkanîn” hatin ber Wezareta Edaletê.   Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî yê di çalakiya rûniştinê de axivî, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye û wiha got: “Em ji vir careke din dixwazin bang li kesên ku mayîndebûna xwe li ser pirsgirêka kurd ava kirine bikin. Em ji bo daxwaza bi milyonan kurd û gelên me ji wezaret û rayedarên hikumetê re ragihînin li vir in. Di serî de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Îmraliyê 21 meh in tecrîdeke mutleq tê jiyîn. Em dixwazin careke din bêhiqûqiya vê tecrîdê, binpêkirina mafên mirovan û nakokiya wê ya li dijî kirariyên neteweyî û navneteweyî destnîşan bikin.”   Murat, bi lêv kir ku tecrîd berdewama pergala zilmê ye û domand: “Tecrîd, ji bo rizîbûna li vî welatî pêk tê û berdewama pergala zilmê ye. Hin kes ji neçareserkirina pirsgirêka kurd û ji polîtîkayên şer sûdê digirin. Em îro bi pêkanîneke nû ya neçareserkirina kurd re rû bi rû ne. Hevserokê Giştî yê pêkhateya me DBP’ê jî di nav de gelek rêveberên wê di saetên serê sibê de hatin binçavkirin. Hincet heman hincet in. Ev operasyona li dijî DBP’ê rast e rast li dijî vîna siyasî ya Gelê Kurd e. Li dijî van êrişan divê di serî de gelê kurd hemû gelên me helwestê bigirin û têkoşînê bilind bikin.”    Murat, bal kişand ser tecrîdê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, belavî welat bûye. Tecrîd ne tenê Îmraliyê hemû civakê dike hedef. Em weke HDP heta ku encamekê bigirin em ê li dijî tecrîdê çalakiya xew bidomînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, demildest bi dawî bikin. Di serî de Wezareta Dadê em bang li desthilatê dikin: Dest ji vî sûcî berdin. Heke Îmrali girêdayî Komara Tirkiyeyê be, girêdayî makeqanûnê be, dest ji sepandina hiqûqa taybet berdin, tecrîda mutleq rakin.”