Li Mêrdînê operasyonên li dijî DBP’ê hat şermezarkirin 2022-12-23 14:03:19     MÊRDÎN - Li Mêrdînê operasyonên li dijî DBP’ê ku hatin kirin bi daxuyaniyekÊ hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em ê operasyonên qirkirinê vala derbixin.”   Di çarçoveya Operesyona ji aliyê serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin li gelek bajaran bi ser navendên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hatin girtin û hevserokên wan jî hatin binçavkirin. Li Mêrdînê bi daxuyaniyekê operasyonên li dijî DBP’ê hatin şermezarkirin. Daxuyaniya ku li ber avahiya DBP’ê ya Mêrdînê hat dayîn, endamên DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyan û gelek kes tevlî bûn.   Di destpêkê de endamê PM’yê yê DBP’ê Nazim Gok, êrîşên li dijî partiya wî hatiye kirin şermezar kir û got dê tu polîtîkayên zext û êrîşan nekare gavê bi wan paşve bide kişandin.   ‘Îktîdara AKP-MHP’ê dê winda bike’   Piştre Endama PM’a DBP’ê Hamdiye Turgay Bilek daxuyaniyê xwend. Hamdiye, operasyonên li dijî partiya wê hatiye kirin şermezar kir û  got:"Ev operasyonên qirkirina siyasî li dijî partiya me ku îradeya siyasî ya gelê Kurd e. Armanca van operasyonan ew e ku gel bê çewisandin û ji bo hilbijartinê ye jî. Lê gelê Kurd bi hêza xwe wekî çawa îktîdarên din têk bir, dê îktîdara AKP û MHP’ê jî têk biçe.”   ‘Em ê operasyonên qirkirinê vala derbixin’   Hamdiye, herî dawî wiha got: “Em operasyonên li dijî DBP’ê şermezar dikin. Em ê bertekên xwe yên demokratîk mezin bikin û van operasyonên qirkirinê vala derbixin. Bi bertekên me yên demokratîk ve dê gelê me yê Tirkiyeyê bi ser bikeve û îktîdara AKP û MHP’ê winda bike.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.