Ji bo Şebnem Korur Fincanci bang kirin 2022-12-23 11:22:51     STENBOL - Beriya danişîna doza Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci hevpîşeyên wê li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê kom bûn û ji bo ku Şebnemê bê berdan bang kirin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’yan bi kar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna ewil a doza Şebnem Fîncanci li Dadgeha Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Beriya danişînê hevpîşeyên Şebnemê, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî li ber edliyeyê kom bûn.    Beriya daxuyaniyê polîsan der û dora edliyeyê dorpêç kirin. Dxuyanî bi pêşengiya rêxistinên tenduristiyê pêk hat û gelek kes û nûnerên saziyan tev li bûn û dirûşmên bo Şebnem bê berdan bang kirin.    Êrîşî herkesî dikin    Di daxuyaniyê de ewil Serokê Desteya Rêveberiya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Emîn Korkmaz axivî û destnîşan kir ku ew ê dest ji têkoşînê bernedin û got: “Li dijî her kesî êrişên topyekûn hene. Ji hunermendan bigire heta ser serok şaredaran êriş hene. Em ê bi awayek hevpar têbikoşin û bi ser bikevin. Divê Mucela Yapici û Şebnem Korûr Fîncanci demildest bên berdan.”    ‘Şebnemê berdin’    Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten jî metna ku hatibû amadekirin xwend û anî ziman ku tu palpiştiya hiqûqî ku Şebnem pê were girtin nîne û got: “Seroka me bi awayek siyasî û nehiqûqî hatiye girtin. Em hêvîdarin ku ev pêvajo demildest bi dawî bibe. Em wek TTB û odeyên xwe hemû li vir in. Em gazî we dikin û dibêjin Şebnem Korûr Fîncanci tavilê berdin û derbarê wê de biryara beraetê bidin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Mamoste Şebnem rûmeta me ye” bi dawî bû. Paşê girse ji bo danişînê bişopîne derbasî avahiya edliyê bû.