ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN 2022-12-23 09:00:00     * "Netew-dewlet xwedî sazbûnek unîter in. Di vê rewşê de pir olî, nasname û çandan qebûl nakin. Li Tirkiyeyê pêvajoya avakirina netew-dewletê bi ferasteke yekitiya siyasî û çandî û yekbûnê hatiye meşandin. Kesên di vê organîzasyona siyasî de cih girtine, karekterên xwe yên zextxwir nîşan dane; ew jî nasnameya tirk sunnî ye." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Di encama polîtîkayên dewlet û darazê de, di 11 mehan de 453 jin û 101 zarok ji hêla mêran ve hatin qetiklirin. Jinên li dijî vê gotin "Parastina cewherî maf e", tevî hemû polîtîkayên dewletê parastina cewherî pêk anîn. PANORAMA    *Malbata, Tahîr Gurdal ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku nexweşiya wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye veşartin û gotin: "Yekena daxwaza me pêkanîna edaletê ye û em dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan." BI DÎMEN    *Siyasetmedarên jin ên tevlî danişîna doza Pakîstan Demîr bûn, bal kişandin ser qirkirina jinê û gotin: “Ji ber polîtîkayên hikûmetê û qanûnên darazê komkujiya jinê zêde dibe. Kujerên jinan tên parastin. Daraz jî hevkarê vê komkujiyê dike.” BI DÎMEN